Philosophia

Derheqê Ol û Baweriya Zerdeştiyan de

Mahmut Ozçelîk

Dema mirov wekî ferdekî, endamê kêmneteweyekê be û di bin desthilatiyeke bêtolerans de mecbûrî jiyana ligel hev bin, pirrê caran rastî pest û pêkutiyên mezin tên. Ger ev jiyana mecbûrî, jiyana “kêmareke ji oleke din’ be, belkî dereceya guvaşan sed qatî jî zêdetir bibe. Hetanî hin caran desthilatdarên ‘xwîn ketî çavan’ ji bo reqîbên xwe yên ‘hevolî’ jî, wekî ji oleke din û kêmar û dijminê welatê wan bin, dûrî rastiyê tevdigerin. Pê re jî bi alîkariya civakek ji heqîqetê averêbûyî re bi salan hukimraniya xwe berdewam dikin. Mînak; gelek caran li Tirkiyeyê hin kesên wekî roviyan kone yên xwedî desthilatiyê ji bo reqîbên xwe yên Kurd ên siyasî di hilbijartinan de têk bibin, li pêşberî qerebalixên bi demagojiya salan hateye gêjkirin digotin ‘evana Zerdeştî ne ha!’ û ew bi ola Zerdeştîtiyê goya tewanbar dikirin û dixwestin di nava wê ‘girseya zircahil’ de wan bênirx û bêrûmet bike. Halbûkî haya wan roviyan ji vê ola Zerdeştiyê ya xweşbîn, xwezaparêz û mirovhez hebûya dê hebekê ji xwe şerm bikirana. Min jî ji bo em piçek be jî Zerdeştîtiyê ji nêz ve nas bikin ev pirtûka bi navê “Di Zerdeştiyan de Perestinî û Kevneşopî/Mînaka Îranê” ya bi Tirkî hatiye weşandin xwend û ev gotar amade kir. Di gotarê de têgînên di pirtûkê de derbas dibûn min wernegerand Kurdî, ew wekî orjînalî çawa derbas dibûn min wisa nivîsîn. Mînak di Kurdî de ji peywirdarê ola Zerdeştî re ‘muxan’ tê gotin lê min ew wekî di pirtûkê de derbas dibe -bi farisî- ‘môbed’ nivîsî. Ya din jî ji ber ku ola Zerdeştîtiyê têkiliya xwe bi xwezayê re, bi cotkariyê re gellek xurt e, girêdayî guherîn û veguherînên di xwezayê de di Zerdeştîtiyê  de gellek cejn, rojên taybet û rêûresmên di van rojan de tên pîrozkirin hene û di pirtûkê de behsa wan hatiye kirin, ji bo ku nivîs dirêj nebe min qala wan nekir…

Di baweriya Zerdeştîtiyê de têkoşîna di navbera ‘rindî’-nûnerê wê Ahura Mazda ye- û ‘xerabîyê’ -nûnerê wê Ehrîman e- de wekî rastiyek dualî bixuye jî di dawiyê de serkeftin ya rindiyê ye. Belkî jî ji ber vê baweriyê ye ku dê rojekê nerindî û xerabî bi temamî ji holê rabe, nivîskar di lêkolîna xwe de qet pêwîstî pê nedîtiye ku di ti cihî de qala nûnerê xerabiyan ‘Ehrîman’ bike.

Pirtûk ji hêla bawermendê ola Zerdeştî ‘Kurûş Nîknam’ ve hatiye nivîsîn. Di rûpela ewil de derheqê nivîskar de hin agahî jî hene: “Kurûş Nîknam: Mirovê ola Zerdeştîtiyê, mobed, nivîskar û lêkolerê dîroka Îranê, di sala1954an de li bajarê Îranê, Yezdê hatiye dinyayê. Li ser dîroka Îranê û ola Zerdeştîtiyê çend pirtûk nivîsiye.(…) Wekî nûnerê Zerdeştiyan di meclîsa İranê de mebûsî jî kiriye.(…)” Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje Kurûş Nîknam yek ji bawermendên ola Zerdeştîtiyê ye, ol û kevneşopiyên civata xwe pir ji nêz ve şopandiye, nasiye û jiyaye. Xaleke balkêş jî ew e ku nivîskar bi tu hawî qala taybetiya Zerdeştiyan ya etnîkî nake. Di tu beşa pirtûkê de navê Kurdan û Farisiyan derbas nabe, tenê têgîna ‘Zerdeştiyên Îranî’ tê bikaranînê. Di tu cihî de qala aqûbeta hin Zerdeştiyên ku ji ber şûrên bisilmanên di dema xelîfe Omer de welatê xwe terikandin û mecbûrî koçberiyê bûn û ber bi Hindistanê ve çûn, nehatiye kirin. Belkî ji bo di wê heyamê de çi hatiye serê endamên vê ola ku ‘şer û xwîn rijandinê wekî şermeke mezin dibîne’ hej baştir were fêhmkirin divê  em çav li pirtûkên Cemşîd Bender bigerînin ka çi bobelat hatiye serê Zerdeştiyan…

“Ol û baweriya Zerdeştîtiyê di herka dîrokê de ji sê hezar salî zêdetir li erdnîgariyek fireh ya wekî Îran, Anatoliya û Rojhilata Navîn karîger bûye. Baweriya Zerdeştiyan ji hêla du dewletan ve derfeta jiyanek bi  aram û wergirtina alikariyê dîtiye: Ya ewil di wexta Ahmenîşiyên persî de, berî zayînê  di navbera salên 550-331an de û ya duyem jî di dema dewleta Sasaniyan de ku piştî zayînê di navbera salên 224-651an de.”(r. 7). Zerdeştî di dema xelîfe Omer de desthilatiya xwe -fermiyeta ola xwe- winda dikin, ji ber pêla nû ya zulmê jê hinek diçin Hindistanê, yên mayî jî ji ber guvaşên zêde ji bo li jiyanê bimînin dibin misilman, hinek jî bi bac û xeraca didin dewleta ereb ya nû li ser dînê xwe dimînin. “Îroj hejmara wan bi qasî 15 hezarî ye ku li Îranê dijîn. Piraniya wan li bajarên wekî Yezd û Kirmanê dijiyan lê niha piraniya wan êdî li Tehranê kom bûne.” (r. 7).

Zerdeştî dema navê pêxemberê xwe bilêv dikin ji bo rêzgirtina bo pêxemberê xwe nîşan bidin pêşî peyva ‘eşû’ bilêv dikin. ‘Eşû’ ew peyv e ku wateya rastî, pakî û paqijiyê dihewîne. Wekî bisilman berî navê pêxemberê xwe bilêv bikin ‘Hz.’ bikar tînin. Li gorî baweriya Zerdeştiyan Xwedayê Jîn û Aqil gerdûn di nav pênc rojan de, di şeş merheleyan de afirandiye. Ewil asîman, dû re av, rûerd, nebat, ajal û herî dawî jî mirov afirandiye.(r. 22). Zerdeştî wisa bawer dikin ku ‘ruhê/fraveherê bav û kalên wan’ her sal deh roj berî meha Ferverdîn/meha ewil ya îraniyan/meha Newrozê, dadikeve rûyê erdê. Evana/ruhê bav û kalan, deh rojan dibin mêvanên zarok û neviyên xwe û roja ewil ya meha Ferverdînê jî bi şefeqê re yanê bi destpêka Newrozê re vedigerin wî cihê manewî yê ku jê hatibûn. ‘Fraveher’ ew hêza manewî ye ku dema pitik diwelide ji hêla Xwedê ve bi emanetî tê dayîn û bi mirina mirov re jî ji bedena mirov vediqete û vedigere wê meqama xwe ya bilind. (r. 23).

Zerdeştî şevek berî Newrozê yanî bi ronîbûna şeva herî dawî ya salê ku destpêka şefeqa roja ewil ya biharê ye re -di 21ê adarê de- li cihekî bilind an jî li ser banê xaniyên xwe bi agir dadanê fraveheran dişînin asîman. Bi pêkanîna vê rêûresmê re ruhên/fraveherên eqrebayên xwe şad/memnûn dikin û daxwaz dikin ku di destpêka sala pêş de cardin werin. (r. 24).

Şeşê meha Ferverdînê -li gorî salnameya nû ya Zerdeştiyan meha yekem/ li gorî salnameya Mîladî 26ê Adarê- di nava Zerdeştiyên Îranê de wekî ‘hordad’ tê binavkirin. Li gorî Zerdeştiyan zayîna  Zerdeşt û di sîh saliya xwe de wekî pêxember hilbijirîna Wî di vê rojê de pêk hatiye.(r. 37). Ji pêşengên dînê Zerdeştiyan re môbed tê gotin. Môbed hemû rêûresman birêve dibe. Zerdeştî bi cemaetî perestiniyê dikin. Ji Gata, Yesna û Avestayê metnan dixwînin, ji bo ruhê  bav û kalên xwe bexteweriyê, ji bo cemaetê jî serkeftin û dilşadiyê dixwezin. (r. 39).

Navê mabeda ku Zerdeştî lê kom dibin û dua dikin, ji bo Ahûramazda nimêj dikin, ji Wî re şukir dikin ‘nîyâyîşgah’ e, bi demê re wekî ‘ziyaretgah’ hatiye binavkirin. Ateşkede/agirgeh û Adoryan jî ew cih in ku Zerdeştî lê dicivin û perestiniyên xwe dikin.(r. 41). Zerdeştî dema dikevin hundirê mabedê serê xwe dinixumînin, jin laçikek spî, mêr kulikek spî didin serê xwe. Li dora ziyaretgehan avahiyên ji hêla xêrxwazan ve hatiye çêkirin û wekî ‘hayle’ tê binavkirin hene ku ji bo Zerdeştiyên ji dûr ve hatine û hetanî çend rojan bikaribin tê de bihewin jî hene.

Di ola Zerdeştiyan de rojî girtin, di tevahiya rojê de xwe tî û birçî hîştin tune ye, lê çar roj di her mehê de hatiye kifşkirin ku di wan rojan de goşt xwarin qedexe ye. Di 2ê mehê roja vehmenê de,12ê mehê roja mahê de, 14ê mehê roja goşê de û 21ê mehê roja ramê de goşt xwarin qedexe ye û ev rojana wekî ‘rojên nebûr’ê hatiye binavkirin. Mentiqa wê ew e ku ajal jî karibin neslên xwe bidomînin…(r. 43). Divê em bizanibin li gorî salnameya  Zerdeştiyan ya nû û ya kevn dabeşbûna mehê ya li hefteyan tune ye. Meha ku ji sî rojî pêk tê her rojek navek xwe yê taybet heye. Wekî me li jor mînak daye navê roja dudiyê mehê vehmen e û hwd.

Dema zarokên malbatên Zerdeştiyan gehîştin asta pêwîst ya zêhnî û karîbûn fermanên pêxemberê xwe fêhm bikin û bisepînin, wê çaxê ji bo wan rêûresma têketina/qebûlbûna olê ya bi navê Sudrepûşî tê li darxistin. Rêûresm li malê, li perestgehên wekî nîyâyîşgehan an li adoryanan pêk tê û jê pê ve êdî zarok hemû rêgezên bawerî û ola bav û kalên xwe bi fermî dipejirîne û fermanên wê jî pêk tîne. Yê/ya ku olê qebûl dike ji Avestayê vê îlahiyê/metnê dixwîne; “Ez bi vîna xwe ya azad vê ola Mazdayesnî ku Zerdeşt ew aniye, hildibijêrim û bi vê olê bawer im. Ez pesnê ramana baş, gotina baş û helwesta baş didim. Ez pesnê ola Mazdayesnî didim ku ‘şer û xwîn rijandinê’ şermezar dike. Pesinandina aştiyê, fedakarî û dîndarî ye. Ola Zerdeştî û Ahûraî, Ahûramazdayî wekî afirînerê hemû qenciyan qebûl dike.” (r. 46).

Li gorî baweriya Zerdeştiyan mirin ne tunebûn e, berevajî vê, ji bo ruh di qesreke/koşkeke din de destpêka jiyaneke manewî ye. Ew koşka tîrêj û ronahiyê -bihuştê- ye ku ruh tê de ber bi bexteweriyê rê dikudînê. Ji ber vê yekê jî ji bo yê mirî şîngirêdan ne baş û rast û tişta tê xwestin e.(r. 66). Ji bo definkirina miriyên xwe azîneyên ciyawaz bi kar anîne; yên li nêzî daristanan niştehcîh bûn cesed şewitandine, yên li cihê çolî niştecîh bûn cesed binax kirine, yên li cihên çîyayî bi berf ku xwedî kêm derfet bû jî cesed ji qada jîngeha rojene dûr, li bilindahiyek ku jê re ‘dahme’ dihat gotin dadianîn û terkî xwarina sîsarkan dikirin (r. 67). Lê Zerdeştiyên Îranê îroj êdî miriyên xwe defin/binax dikin. Zerdeştî miriyên xwe bi şev defin nakin. Li benda wexta şefeqê û ronîbûna rûzemînê dimînin. Li ber serê mirî mobed metnên ji gata’yan dixwîne. Piştî hin sepanan cilûbergek ji rengê spî bo mirî hatiye fesilandin li mirî dikin û bi vî hawî defin dikin. “Li gorî baweriya Zerdeştiyan ya kevneşopî dema mirin pêkhat ‘ruh’ sê rojan li ber serê bedenê disekine; roja çaran di wexta şefeqê de ji bedenê vediqete û di ‘Pireya Çînvadê’ re derbas dibe. Ger ruh aîdî kesê xwediyê kiryarên qenc be dê bi hêsanî derbas bibe û here qesra bextewerî û ronahiyê (bihuştê), ger ruh aîdî bedenek gunehkar be dê nikaribe ji Çînvadê derbas bibe, dê di qesra xwe ya tarî û bêdeng de (di dojehê de) bimîne.” (r. 70).

Agir, ji wan çar hêmanên xwezayê yên pîroz yek e ku di Zerdeştîtiyê de wekî ‘çahar axsîc’ tên binavkirin. Ev hêmanên ji hewa, av, ax û agir pek tên li gorî baweriya qedîm qirêjiyê ji holê radike. Zerdeştî wekî unsûreke paqijker ya herî qenc û bilez ji agir re hurmetê nişan didin. Ligel vê yekê Wî wekî çavkaniya germî û ronahiyê dipejirînin. Ji ber vê sedemê ji bo ji Ahûramazda re perestinî û duayan bikin diçin agirgehan an jî cîgehek ku ronahî lê heye. Di Cejna Azergan de her sal hurmeta xwe nîşanî agir didin, bi niyeta rêzgirtina ji bo agir ji Hord Avestayê beşa Ateş Nîyayîşê dixwînin. (r. 80). Li gorî hin çavkaniyên nivîskî yên derheqê Avestayê de hatiye nivîsîn pêxemberê Îranî Zerdeşt dema peywîra xwe ya pêxemberiyê di Agirgeha Belhê de pêk  dihanî di 77 saliya xwe de ji hêla êrişkarên Turanî ve tê şehîdkirin. (r. 82).

  • Mahmut Ozçelîk
  • 12.01.2025

Çavkanî: Kurûş Nîknam, Zerdüştilerde İbadet ve Gelenekler (İran Örneği) / Di Zerdeştiyan de Perestinî û  Kevneşopî / Mînaka Îranê”, Peywend Yayınları, 2021, Van. Amadekar: Dr. Mehmet Emin Sular



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"