Bi ser jiyanê gelek tişt têne nivîsîn. A rast ew e ku her kes di ‘pencereya xwe’ re li ‘jiyanê’ dinêre. Tiştên ji bo hinekan pîroz û bivê-nevê bin, heye ku ji bo hinekên dîtir pûç û hîç bin, tiştên ji bo hinekan xwezî û sedema pêmirinê bin, dibe ku ji bo hinekên dîtir egerê yarî û pêkenokan bin. Di vê dubendî û nakokiya ku ‘jiyan’ li ser ava bûye de xwedanruhê bi navê ‘însan’ bi aliyên xwe yên ‘erênî û neyînî’ aktorê herî sereke yê vê dubendiyê ye û di vê gelemşoyê de li ‘wateya hebûna xwe’ digere. Wisa diyar e ku ‘WATE’ya jiyanê li wê kêlîka ku hesta ‘XWEBÛNê’ pêjna xwe dide mirovî û mirov pê dihese, dest pê dike.
‘XWEBÛN’, binema û xîmê ‘XWE-AFIRANDINÊ’ ye; mirov bi şikandina zincîra xwebuhujandinê pê de dest pê dike ‘XWE’ ava dike. Ev jî li ser xêzikeke wisa zirav e ku bi kîjan alî ve mirov biçe dê di kendalekê wer be; an dê li pey jiyanê wekî dûvikekê amanşotî û paletiya hizr û bîr û boçûnan bike, an jî dê bi ‘çavtarîtî’ xwe di ber îde û bîr û baweriyên hinekan de ‘tune’ bike. Lê, rawestana mirovî ya nav jiyanê xwedan girîngiyekê ye û bi qasî ku mirov bi XWE (hesiyayî) rawestiyabe mirov ew çend hem destik, hem dûxik û hem jî devikê jiyana XWE ye. Ango; [[… “Di jiyanê de kengî we kar, têkilî û jiyaneke bi dilê xwe bire serî, hingê dê baweriya we bi we zêde bibe û hûn ê ji xwe piştrast bibin. Hingê êdî we hesta ‘XWEBÛN’ê li hemû beden, zêhn û giyana xwe çandiye.”
Di jiyanê de hin hedefên me hene û em dixwazin wan bi dest bixin, lê te dît demeke wisa hat hin mitale li mirovî peyda dibin dibê qey êdî mirov ji bo her tiştî dereng maye, jiyan êdî keyfê nade mirovî, mirov gazinan ji her tiştî dike û her ku gazinan dike jî ji hedef û armancên xwe bi dûrtir dibe. Êdî em welê tên ku ne li dûv xeyal û xweziyeke xwe diçin ne jî konê xwe li erdekî datînin. Êdî em guhê xwe nadin deng û pêjnên nava xwe û ji bîr û baweriyên xwe bi dûr dibin. An jî tam berevajiyê vê. Bêyî ku rehên xwe li deverekê dahêlin, hema her li dormanên xwe dizivirin û bi hestên xwe re dijîn. Bi enerjiya xwe têr dibin. Aliyê me yê spîrîtuel (ruhî) xurt dibe, em bi vî awayî armancên xwe yên ruhewî dibin serî lê di bicihanîna hedefên xwe yên dinyewî de jî zehmetiyê dibînin.
Gava em radibin ku tiştekî bikin armanca li ber dilê me di nîvê rê de dimîne. Eynî wek “Sosina Avîn”. Wisa azade û serbixwe tê ber çav her wekî dê a niha berê xwe bide deverekê lê di goleke mezin û mend de bêyî ku biçe deverekê li cihê xwe dijî. Aha jiyan jî tiştekî wisa ye. Wekî kulîlkeke her wekî dê biçe deverekê lê her dem di cihê xwe de radiweste. Belkî jî kurteya hemû jiyanê hema ev haletî ruhiye be. Ma ne, em jî wisa ne? Te dît carina demine wisa tên, mirov bê biryar dimîne, mirov dibê qey ez di vir re asê bûm. Û em dixwazin kesek bi hawar me bê, destê me bigire û me ji vê aloziyê rizgar bike. An jî em di jiyana xwe de her tiştî dibin serî. Kariyerê xwe jî geş dikin. Lê ligel vê jî te dît demeke wisa hat, mirovî çend mebest û armancên xwe bi dest xistibin jî, hema hesteke nîvcohiştî-nîvcomayînê hat li mirovî dada, mirov pal da nav diltarîtiyekê. Di hin lêkolînên van demên dawîn de aşkera bûye ku gelek kesên xwedan kariyer, camêr-canikên serkeftî, bi giyana xwe kêfnexweş, netatmînkar û dûçarê nexweşiyên têkilî bi stresê ne.
Te dît gelek kesên ku xwedanê her tiştê madî û dinyewî ne, ligel ku di karê xwe de gelekî jîr û jêhatî ne, hema got, “Ez nizanim ka çi ji jiyanê dixwazim, çu kar û serkeftin dilê min xweş nake, keyfa min êdî bi çu tiştî qayil nabe, çu tişt min tametam têr nake. Her tiştê min heye. Serweteke mezin, malbat û li derdora min tijî heval û hogir… Lê ez bextewar nîn im, westiyayî me, keyfa min bi jiyanê nayê. Valahiyeke mezin di nava min de heye, kêmasiyek heye?” “Divê em karê bi dil û can bikin ne ku wekî karekî bi zor û mecbûrî. Jixwe kengî em mebesta xwe ya jiyanê hesiyan hingê em ê karê bi dilê xwe bikin û em ê dema xwe ji xwe re veqetînin. Wê demê dê valahiya nava me tijî bibe. Wê demê dê li şûna dilsariya ji bo jiyanê dilgermiya me ya ji bo jiyanê bikeve pêş. Bi dil û can em ê bi jiyanê ve bêne girêdan.”
Tirs û xem, daxwaza ewlebûnê ya ji bo dahatûyê li ba kesan dihêle ku bi ruh û giyanî qedqed bin, ji ber vê qedqediyê xemgîn bin. Dibe ku mirov bêje, bila hema karekî min, hevjîneke/î min û maleke min hebe bes e. Dê dest pê bike hevokên bi HEMAyê dest pê dikin saz bike. Ev jî dihêle ku kes (takekes) bitirse, ji xwe bawer nebe û bi van tirs û metirsiyan bigevize. Ev tirs û metirsiyên ku xwe dispêrin hesta ‘xwe ewle dîtinê’ dihêle ku ruh û giyana me ji armancên xwe averê bike û berê me bide rê û rêçûnên xirab. Bi vî awayî em di nava xwe de bi kêmasiyan radibin û rûdibin. Em ê ne ji jiyana xwe ne jî ji karê xwe tu tehmê bigirin.]]
Ango; Çawa ku sosina nav pêlên avê wisa azad û bi serê xwe ye, diviya em jî ji bo hilbijartina tiştên ku têkilî bi jiyana me hene, wisa azad û bi serê xwe bin. Ke wate, karê xwe ‘wekî mecbûrî û divêtiyê’ nebînin, kesên ku bi hevalbendî û destebiratiya wî/wê çu tehmê nagirin û ji bilî ‘formalîteyan’ çu tiştî –hem di warê madî de hem jî di warê spîrîtuel de- heke çu fêde nede we û bi kêrî we neyê, xwe nêzî nekin. Ji bîr nekin, heta ku hûn vê pîvana ku di jiyanê de ji her kesê bêtir hûn hewceyî û mecbûrê xwe bi xwe ne, li hişê xwe nekolin û vê rêgezê nekin serhevsarê ravêj û bîr û boçûnê xwe, hûn ê her û her ‘DÛVIKan’ ji hizrên xwe re çêbikin û ev jî dê bibe sedem ku hûn her û her ji aliyekî xwe ve ‘bi qusûr û xwedan kêmasî’ bin.
Kêmasiya herî mezin ya mirovekî ew e ku XWE di çav, na na ne çav; lê di LÊNIHÊRTINA xelkê re bibîne. Dibe ku em XWE di çavê xelkê re bibînin, lê diviya em bi çavê XELKÊ ‘XWE’ nebînin, ango; pîvan û krîterên xelkê (ango kûrahî û firehiya golê) ji bo me (ji bo sosina nava wê) diviya rê û rêçûna mecbûrî nebe; yanî sosin ne mecbûrê golê be, berevajî hezkera golê be, tê de azad û bi serê xwe be, tê de serbest û bi dilê xwe be… Ji bo ku mirov bikaribe di jiyanê de bi dilê xwe bijî û bi serê xwe singê xwe lê biçikîne, berî her tiştî divê mirov bi xwe bihese û xwe bi-na-se. Nexwe di jiyanê de çu carê ‘kar, yar û war’ bi dilê mirovî nabe û mirov dê her û her bi tîrên gazinan êrîşî xwe û derdora xwe bike û di encamekê de ji bilî jiyaneke monoton a bêwate dê bi kêrî serê kixs û pîvazeke rizî/rijî jî neyê. Yanî; Jiyan ji ‘Hema çawa be dê biqede’yê gelek biwêdetir e, her gav û kêlîka mirovî berdêla umrekî ye û bi qasî ‘nexweşî û sergêjiyan’ xweşî û dilşadî jî bi destê mirovî bi xwe ne. Bila li bîra we be; Hûn ji çi hez bikin hûn ê wê bibînin. Ma ne, mirov çi DIÇÎNE (berê)wê DIÇINE!
- Omer Dilsoz
- 09.12.2014
- Çavkanî: Kovara Felsefevan – Hejmar 01. Rêbendan, Sibat, Adar 2015
- Ji https://kurdishphilosophy.blogspot.com/ ê hatiye wergirtin.