
Agrippa (P.Z) di sedsala 3an de jiya ye û feylesofekî mîstîk ê romayî ye. Agrippa jî, wekî feylesofekî gumanber (şikber, septîk, şikwer) hatiye dîtin. Derbarê Agrippa de, zaniniyên me gelekî kêm in. Lêbelê li gor zanînan, Agrippa gelekî li ser tropeyên Aenesidemusî rawestiya ye û hejmara wan deh (10) tropeyan (palpişt, hincet, delîl) daxistiya (5) pêncan. Wekî tê zanîn Aenesidemus berê gotibû ku zaninî ne pêkan e û ji bo peyitandina vê teoriya xwe jî, deh (10) tropeyan raber kiribû.
5 tropeyên Agrippa jî ev in:
- 1- Hem di jiyana me ya rojane de û hem jî, di nîqaşên feylesofan de, raman pev diçin.
- 2- Tu tişt, bi serê xwe nikare xwe rave bike. Her rave (explanation) jî, pêşniyareke (proposition) nû ye û ev yek heta hetayê jî, dikare wiha bidome.
- 3- Têgihî (algı, perception) û daraz (yargı, dadbarî) jî, bi du wateyan, îzafî ne: herdu jî li gor barbir (ozne, subjekt) diguherin û ji têgihiyên hawirdorî, ketumet dibin.
- 4- Feylesofên dogmatîk (feylesofên ku bawriya xwe bi zanînê tînin) ji ber ku newêrin heta dawiyê pêşniyarên xwe raber bikin, serî li ferzweriyên (varsayım, assumption) ku nikarin bipeyitînin didin.
- 5- Feylesof pirî caran yên ku bi sehekên me re têkildar in bi aqil, yên ku bi aqil re têkildar in jî, bi sehekan dipeyitînin û lewma jî, bivênevê bi du awayan dibin sebebê çewtiyan.
Axirî meriv dikare bibêje ku Agrippa, ji têgihijtina mirovan û ji ewledariya sehekan, ketiyê gumanê û gotiye îmkana zanîna heqîqetê, tune. Bi vê helwesta xwe, bandûrê li Michel de Montaigne (1533-1592) û Blaise Pascal (1623-1662) kiriye.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘