Pirsên Philosophic

Zanînî (knowledge, bilgi) çi ye û çawa dertê holê?

Alî Gurdilî

Serdema ku niha em tê de dijîn, carinan bi navê Serdema Ragihandinê, carinan jî bi navê Serdema Zanistî, Serdema Teknolojiyê û pir caran jî bi navê Serdema Zanînîyê, tê zanîn. Rastî ew e ku hemû binavkirinên bi vî rengî, meriv dikare bibêje ku hev temam dikin. Zanist, cîbicîkirinên teknolojiyê ber bi pêşveçûnê ve diajo, teknolojiya ku xurt û berfireh dibe jî, leza ragihandinê zêdetir dike. Xûrtbûn û pêşveçûna leza ragihandinê jî, bidestxistina zanînîyê gelekî hêsan dike. Bi taybetî jî hebûna computûran û înternetê û hebûna amûrên ragihandinê yên bi qablo û bêqablo, di roja me ya îro de, gihêjtina zanînîyê gelekî hêsan kirine. Bêguman meriv dikare bibêje ku bi vê pêşveçûnê re di warê zanînî texlîdên zanînîyê, rê û rêgeha bidestxistina zanînîyê û meşrûiyeta wê de, hinek pirsgirêk derketine holê. Lewra zanînî di roja me de êdî tê firotin û kirîn jî. Di pergaleke wiha de danasîna zanînîyê û zanîna taybetmendî û texlîdên wê, gelekî girîng e û pêdîvîyeke jêneger e.

Zanayî (Zanînî, Knowledge, Bilgi): Zanayî, hilberek e. Lewre di encama têkiliyekê de dertê holê, ku ev têkilî jî di navbera subject (özne, subje) û objectê (obje, wanek, nesne, bar) de ye. Ango, meriv bi heyînên hawirdor û bi berdêla wan ya di hişê xwe de dizane. Çalakiya zanînê ya di navbera mirov û nesneyê de, wisa ne serberdayî ye û di demajokê de dertê holê. Di vê wateyê de pêzan (barbir, kirde, subjet, mirov) ber bi a ku tê zanîn ve (obje, object) bi armanca zanînê, (keşifkirin, dahûrandin, derxistina holê a taybetmendiyên wê, derxistina holê ya hêlên wê yên cuda) diqeside. Di wê demê de object, xwediyê taybetmendiyeke balrakêş e, bala subjectê dikşîne ser xwe û subject, jê ketumet dibe. Mînakek: Object, li ser rûyê erdê xwediyê cîhekî ye, mezînahiyek û şeklekê wê heye, xwediyê reng û bêhnekê ye û hwd. Ji ber vê çendê jî, em dibêjin ku zanayî hilberek e û di dawiya têkiliya subject û objectê de, rû dide. Bêguman, danasîneke (danasîn) bi vî rengî, gelek têgehan di naveroka xwe de diguncîne ku li ew jî benda ronîkirinê ne. Mesela têkiliya têgehên weke subject, object, sehek, fikirîn, hiş û hwd. rasterast bi zanayiyê re heye.

1- Zanayiya Felsefeyî: Zanayiya (zanînî) felsefî, di encama têkiliya fîlozof û nesneya wî de dertê holê. Fîlozof, beriya her tiştî dixwaze ku pê (bi nesneyê) bizanibe û bi vê helwestê, xwe nêzîkî babeta xwe dike. Zanayî jî, dê di dawiya vê têkiliyê de weke hilberekê derkeve holê.

2- Zanayiya Hunerî: Huner; bi awayekî estetikî û bi şeklên cîhêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma yan jî spehîtiyekê ye. Bi awayekî cihêreng, şekildan û dîmendarkirina yên spehî ye. Mesela wêneyeke wênesazekê, helbestek, romaneke nivîskarekê, bûyera hunerî ye. Di vê afirandinê de, em dibînin ku estetîk û spehîtî, dertêne pêş. Hilberandina hunerî, bi awayekî kûr; bi têgihiştina gerdûn û jiyanê re têkildar e. Ev têgihiştina kûr, ji ber ku xwe dispêre hest, coşî û ferasetê, ji felsefe û zanistê cihêreng e. Lê ji ber ku tiştên ku di xwezayê de dide dest û ji wan, li gor awira xwe tişteke nû diafirîne, xwediyê taybetmendiyeke subjectîf (subjective) e û bi vê yekê jî, dişibe felsefeyê. Herweha di heman babetê de jî, du hunermend dikarin rabin û du hilberên cihêreng hilberînin.

Bi vê yekê re jî, qadeka subjectîf e. Dîsa meriv dikare bibêje, ku ji bo huner û teknîkê jî, hunerweriyek divê û ev yek jî, taybetmendiyeka huner û teknîkê a hevpar e. Ji bilî vê yekê, divê em ji bîra nekin ku di roja me de hilberînên teknolojîk ji bo ku bikaribin baş werin firotin, pêdiviya wan bi estetîk û pêşnûmayê jî heye. Zanayiya hunerî, ji têkiliya ku di navbera hunermend û nesneya (berhem) wî de heye, dertê holê. Hunermend, hest û feraseta xwe tevlî nesneya xwe dike û bi hostetî û marîfet, berhemeke hildiberîne. Di vê xalê de, divê em bibêjin ku xwederbirîna hunermend ji felsefe, teknîk û zanistê, cihêreng e. Hunermend carinan bi firça xwe, carinan bi casê, carinan jî bi mermerê, hest û feraseta xwe radixe holê.

Di vê wateyê de huner, bi xwezayê re her dem di nav dijberîyekê de ye. Herçuqasî hunermend malzemeya xwe ji xwezayê bigre jî, wesf, rûçik yan jî taybetmendiyeke ku tê de tune dide wê û bi vê yekê re jî, estetîk û spehîtî jî, tevlî vê demajoyê dibe. Zanayiya hunerî, xwediyê hêleka ecibandinê ye jî. Lewre berhema hunerî, her dem dertê pêşiya temaşevanan û bi ecibandinekê, tê pêşwazîkirin. Kesên ku rastê berhema hunerî dibin, dibe ku hem jî aliyê hest û hem jî ji aliyê zêhnî ve, ber bi asoyên nû ve herin. Bi vê yekê re ew şexs, dibine xwediyê awir û têgihiştineke nû û zêdetir bi pêş ve diçin.

3- Zanayiya Dînî: Di vê zanayiyê de, gurza têkiliya subject û objectê, afiraner (Xwedê) yan jî, pîrozî ye. Wekî tê zanîn, dîn sîstemeke baweriyê ye û di vê sîstemê de, fermanên Xwedê bi navcîtiya pêxemberan têne şandin. Zanayiya dînî, xwe disperê pirtûkên pîroz û wehiyê û ji ber yekê jî, naguher e û nikare were rexnekirin, yan jî rexne lê nabe. Ev yek jî, nîşan dide ku ev zanayî, zanayiyeke dogmatîk e. Bingeha zanayiya dînî girêdayê baweriyê be jî, ev zanayî zor dide mirovên nebawer û dixwaze ku ew jî, baweriya xwe pê bînin. Mesela heke li gorî zanayiyeke dînî, Xwedê di heft (7) rojan de dinyayê afirandibe, pênebawerî nabe û ev zanayî, nikare were rexnekirin.

Ev yek, taybetmendiya zanayiya dînî a dogmatîk e. Lewre wiha tê fikirîn ku ev zanayî ji layê xwedayê afiraner ve hatiye şandin û nabe ku mirov pê baweriya xwe neynin, yan jî jê fikaran bikin. Erka zanayiya dînî ew e ku hem li vê dinyayê, hem jî li dinya a din, verastkirina jiyana giyanî ye. Xwedayê afiraner bi rêya wehiyê, hem jî vê dinyayê û hem jî ji bo axretê, hindek rê, rêzik û qanûnan bi rê kirine û divê hemû mirov, li gor wan tevbigerin. Bi vê yekê re jî, ji aliyekî ve jiyana mirovan tê verastkirin û li aliyê din jî, di babetên wekî afirandin, axret, mirin, tevgera ehlaqî û hwd. de ku babetên derê ezmûna zanistî ne, hinek zanayî (zanînî, bilgi) têne vegotin. Zanayiya dînî, ji ber ku nabe babeta ezmûn (tolîn, deney, experiment) û çavdêriyê, wekî zanîneke subjektîf tê pejirandin.

4- Zanayiya Rojane: Mirov, yek a fizikî û a din jî civakî, di pergalekê dualî de dijîn. Li ser herdu cîhana jî, têgihiştinên xwe hene. Heçî pergala civakî ye, ji ber ku ji zarokatiyê heta kalitiyê bandora wê li ser mirov zêdetir e, meriv dikare bibêje a ku têgihiştina mirovî destnîşan dike ew e. Lê ev yek, wê rastiya ku em derheqê pergala civakî û pergala fizikî de zanayiyan bi dest dixin, ji holê ranake. Di zanayiya rojane de, rêbazên wekî zanistan ku xwe disperin têkiliya sebeb û encamê (sedemwerî), tune nin û çavkaniya wê jî, jiyana me ya der e, ya ku em tê de dijîn. Ev cîhana der, bi pênc (5) lebatên me yên sehekî tê gihîştin. Rola ferasetê (sezgiyê) jî, di bidestxistina zanayiya rojane de, mezin e. Ji ber vê yekê jî, zanayiya rojane subjektîf e. Rastî û derbasdariya wê, girêdayê tecrûbeya (serboriyên) şexsî ye.

Tiştê ku qîmeta vê zanayiyê zêdetir dike ew e ku ev zanayî, bi kêrî jiyana me ya rojane tê û di vê yekê de, dibe alîkar. Herçuqasî bi kêrî jiyana me ya rojane were jî, em nikarin bibêjin ku ev zanayî xwediyê bingeheke zanistî ye. Mesela di rojekê ewrayî de, em wiha difikirin ku dê baran bibare û em, ji bo ku şil nebin sîwanê bi xwe re digerînin. Ev biryara me, xwe disperê zanayiya rojane û bi kêrî me tê. Yanî heke baran bibare, dê em ê şil nebin. Dîsa zanayiya ku em bawer dikin hingiv ji qirka meriv re baş e, dibe ku di rojên zivistanê yen serma de bi kêrî me were. Digel vê yekê, em dîsa jî ti carê nikarin bibêjin ku ev zanayî, zanayiyeke mitleq e û encamên wê, her dem heman encam in.

5- Zanayiya Teknîkî: Têkoşîna mirovan ya li hemberî xwezayê, ji destpêkê ve didome û bi hêsanî meriv dikare bibêje ku ev têkoşîn, hê jî berdewam e. Xwezayê, ji destpêkê ve zehmetiyan derxistiye pêşiya mirovan û mirovan jî, bi rêya bikaranîna aqil û behreya (qabiliyeta) xwe, haletan îcad kirine û bi rêya wan haletan, bûne serwerê xwazayê. Teknîk, di rêya têkoşîna li hember xwezayê de, navgîna herî girîng e. Peyva teknîkê (technique), ji ‘techne’ a yewnanî tê û di wateya ‘hunerwerî û hunerê’ de ye.

Li gorî vê yekê teknîk, bi xêra behreya (hunerdarî, ability) mirovî û navgînan, bi armanca bikaranînê veguherandina kirariya kereseya (melzeme) ye. Bi vê yekê ve girêdayî meriv dikare bibêje ku teknîk, ji bo hilberandinê ye. Bi armanca hilberandinê, bikaranîna zanayiya zanistî ye. Di vê yekê de armanc, hêsankirina jiyana mirovî ye. Di zanayiya teknîkî de subject, daneyên ku bi xêra zanayiyên zanistî têne bidestxistin, bi kar tîne û zanayiyê hildiberîne. Mînak: Heke ramanên ku şilahî di nav beroşek devdadayî de ye, guşarê (pesto, fişar, tazyîk) pêk tîne tunebûya, me nikaribû makîneyên ku bi enerjiya guşarê dixebitin, îcad bikira.

6- Zanayiya Zanistî: Zanayiya sîstematîk û xwedîrêbaz e. Di vê zanayiyê de aqlê mirovî, xwe dispêre çavdêrî û ezmûnê û derheqê civak, mirov û xwezayê de, zanayiyan hildiberîne. Zanayiya zanistî, çavdêrî û ezmûnê bikar tîne, zanayiyeke hevgirtî û mantiqî ye û bi rêya ezmûnê dikare were venihêrtin. Lewma jî zanayiya zanistî, ji hêla mantiqê ve lihevkirî, ji nakokiyan dûr û zanayiyeke amizgerê (guncan) nesneya xwe ye. Taybetmendiyên Zanayiya Zanistî: 1- Ev cure zanayî, xwe dispêre aqil. 2- Zanayiya zanistî, xwe bisînor dike û qada xwe destnîşan dike. 3- Zanayiya zanistî, xwedîrêbaz e û li gorî rêbazekî tê hilberandin. 4- Zanayiya zanistî, zanayiyeke nesnel e. 5- Zanayiya zanistî, xwe dispêre têkiliya sedem û encamê (sedemwerî). 6- Zanayiya zanistî, li ser hev dicive û wisa jî, bi pêş ve diçe. 7- Zanayiya zanistî, bi encamên xwe dibe zanayiyek gerdûnî. 8- Zanayiya zanistî, hezr (texmîn) dike.

Fikirîn (Hizirîn, Ramîn): Mirov di demajoya perwerdehiyê de gelek têgeh, hest, raman û peyvan fêr dibe. Ji xebitîna (şixulîna) zêhnê a li gor wan naverokan re, ‘fikirîn’ dihê gotin. Di heman demê de fikirîn, çalakiyên zêhnî (hişî) yên wekî pêderxistina têkiliyên di navbera pêşniyarîyan (önerme, proposition) de, birêvebirina (xebîtîn) aqil, bibîranîn, şikkirin, têgihiştin û hîskirinê jî, diguncîne. Rûbirûkirin, dahûrandin, pêkanîna têkilî û girêdaniyan û çalakiyên hişwer jî, di nav sînorên fikirînê de ne.

Fikirîn, du beş e: 1- Gihêjtina (têgihîştin) zanînîya heyînan. 2- Fikirîna li ser biryaran. Şeklê fikirîna yekem, teorîk û zanistî ye û ya duyem jî, xwediyê taybetmendîyên pratîk e.

Zanînî (knowledge, bilgi) çawa dertê holê?

Me berê gotibû ku zanînî (bilgi, knowledge) hilberek e û di encama têkiliya subject û objectê de, dertê holê. Ji bo derketina holê ya zanînîye, pêwîst e ku subject bi armanca zanîn û fêrbûnê, ber bi objectê ve biqeside. Di encama vê helwestê de subject, objectê ji xwe re dike mijar û li ser objectê difikire. Di encama vê çalakiya hişî (zêhn, zihin, mind) de, bi awayê nedîtbarkirinî (soyutlama, abstraction) hinek têgeh dihêne bidestxistin. Piştre, di navbera wan de, kirde xwe digihîne hinek torên têkiliyan û ev yek, bi pêşniyarîyan tê derbirîn û bi rêya xebitîna aqil re jî, jêderîyên diyar dihêne bidestxistin. Zanayî, di encama vê pêvajoyê de tê bidestxistin. Mînak: Ji bo ku em bikaribin bibêjin kevirek kevir e, pêdiviya me bi têgehên giranî, reng, bareste, şekil û hwd. heye. Herweha pêdiviya me bi hinek girêdanîyên wekî ‘kevir, madeyeke hişk e’, ‘kevir, xwediyê baresteyekê ye’ û hwd. jî heye.

Di encama wan pêşniyarîyên ku taybetmendiyên objectên cihêreng nîşan didin de, em xwe digihînin j3ederîya ‘kevir, cisîmek hişk e, xwediyê giranî û rengekê ye, bi şekil e û di fezayê de xwediyê baresteyekê ye.’ Di vê xalê de, em êdî dikarin bibêjin ku ji bo pirsa kevir, bersiveke me heye. Ê baş e, ka em di vê xalê de li ser jêderîya ku me bi dest xistiye carekê din bifikirin. Ji bo kurtedemekê be jî, em li ser wê jêderîya derheqê kevir de bikevin şikê. (Divê em ji bîr nekin ku ketina şikê jî, çalakiyeke hişî ye.) Di rewşeke wiha de, li ber çavê me rastiya wê jêderîyê dê kêm bibe. Di vê xalê de, li hemberî wê şikê em ê bibêjin ku ‘em ji wê jêderîyê, bawer dikin’. Hasilê, zanîna tiştekî, pêbaweriyê jî diguncîne. Lêbelê, di vê xalê de jî em hê nikarin bibêjin ku zanîna ku me bidest xistiye bi rastî jî zanînîyek e. Lewra, dibe ku em rastê kevirek din a ku li danasîna me neyê werin.

Wê demê ew zanînîya ku me bi dest xistiye; dê ‘çewt’ be. Axirî, em dikarin bibêjin ku dê zanînî (bilgi, knowledge) di rewşeke wiha de derkeve holê ku dê em ê nikaribin ji bo çewtderxistina wê, ti çavdêriyan pêk bînin. Ji tiştekî re ji bo ku em bikaribin bibêjin ew zanînî (bilgi, knowledge) ye, çend şert divên: 1- Pêwîst e, ew çalakiyek hişî be. 2- Divê hilberekê ku di encama wê fikirînê de hatibe bidestxistin be. 3- Divê baweriya me pê hebe. 4- Ji bo çewtderxistina wê, divê ti çavdêrî nikaribe were kirin.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"