Information
Trend

Xatirxwestin û Spasname

Xatirxwestin û Spasname

                Kovara Philosophia wekî kovareke philosophic a perîyodîk, di meha Çila sala 2022an de dest bi weşana xwe kir û bi hejmara xwe a taybet, di kovargerîya kurdî de cihê xwe girt, heta Adara sala 2023an weşana xwe berdewam kir û li ser hev, heta niha pênc (5) hejmarên kovarê hatine weşandin. Li jêrê, hûn dikarin ligel ISBNa hejmaran dema weşandina hejmarên kovarê bixwînin. Malpera kovarê a bi navê www.philosophiakurdi.de jî di heman demê de kete weşanê û ta niha jî, weşana xwe berdewam dike û dê malper, dîsa di weşanê de be. Lê, mixabin malper dê nema xwe nû bike. Ji bo parastina gotarên di malperê de, dê malper were parastin û heta ji destê me were, em dê malperê negirin.

Wekî zanîna we ye ku philosophia wekî disiplîneke mirovî a zanînê, di pêşketina mirovahîyê de xwedîyê tesîreke mezin e û meriv dikare bibêje ku, ew tesîr hê jî berdewam e heta ku lêgerîna mirovî a watedayînê hebe dê philosophia jî hebe. Wekî vê yekê, bêyî guman em dizanin ku philosophia herî zêde di civakên xweşhal û pêşketî de geş dibe û dikare bigihêje wê ast û nirxê ku heq dike. Ji ber ku di civakên xweşhal û pêşketî de, di encama berhenerî û hilbirandinan de, endamên wê civakê dikarin hinekî destê xwe ji sergêjî û teqereqa jiyanê bişon û li ser problemên tevahî bifikirin. Ji ber ku wextêkê wan a vala heye û ev yek, rê li ber çalakîya philosophic vedike û wiha dike ku di civakê de, peşketîneke berhevdana zanînan rû bide û feylesof, di civakê de bibin xwedan tesîreke berbiçav. Wekî nimûne dema meriv rewşa îro a rojavayê cîhanê dibîne, meriv hingê bêtir fam dike ku philosophiaê çi tesîrê li wan civakan kiriye û bi saya wê tesîrê, ew civak îro civakên xweşhal, pêşketî, mirovhez û skulêr in. Dîsa em baş dizanin zanistên ku roja îro wekî zanistên serbixwe hene, berê wekî bineşaxekê philosophiaê bûne û piştre, jê cûda bûne û bûne sebebên pêşketin û geşedanîya cîhanê. Ji ber vê hindê, me hercar gotiye ku ji bo zimanê me xwe geş bike û bikaribe, bi temamî bersiva jiyanê bide, pêdivî bi philosophiaê heye.

Mixabin, rewşa civaka me a aloz, rewşa sîyasî û aborî,rewşa zimanê me û tunebûna perwerdeya bi zimanê kurdî jî, tesîreke negatîv li kar û barê me kir ku ew tesîr, bi qasî pirsgirekên çapkirin, weşan, belavkirina kovarê mezin e. Rewşa tevahîya beşên Kurdistanê û berxwedana me a li dijî dagirkerîya tirk, ereb û farisan, wer dike ku rojeva me kurdan, herdem sîyaset be û wekî pêkara tekane a rizgarîyê, sîyaset were dîtin.

Belê, divê em vê rewşa welatê xwe û miletê xwe jî ji bîra nekin ku gelek caran dikarin tesîreke negatîv li kar û xebatên rewşenbîrî, hunerî û philosophic bikin. Em vê yekê, ne ji bo gazinan lê bi tenê ji bo dsetnîşankirina rewşê dibêjin. Ligel tesîra gelek faktorê negatîv, em dîsa jî gelekî bextewar in ku li gor hêz û zanîna û bi kedekê mezin me vî karî kiriye û heta vê radeyê anîye. Divê ji bîr nebe ku ev kar, bi saya dilsozî, hezkirin, fedakarî û piştgirîya xwendevan, nivîskar, hunermend, rewşenbîr û felsefenasên kurdên kurdîziman pêk hatiye û em deyndarê wan teva ne. Di peroseya weşana me di (3) salan de, dibe ku beyî hemdê xwe me dilê hinek hevkar û xwendevanên xwe jî hiştibe û em hêvî dikin ku ew kes dilê xwe ji me negrin û heqê xwe li me helal bikin.

Hejamrên Kovara Philosophiaê ên ku heta niha hatine weşandin ev in:

  • 1- Hejmara Taybet: No: 01 – Çile, Sibat, Adar, Nisan: 2022 – ISBN: 978-625-7085-45-8
  • 2- Hejmara Yekem: No: 02 – Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax 2022 – ISBN: 978-625-7085-57-1
  • 3- Hejmara Duyem No: 03 – Îlon, Cotmeh, Mijdar, Berfenbar 2022 – ISBN: 978-625-7085-64-9
  • 4- Hejmara Sêyem No: 04 – Çile, Sibat, Adar 2023 – ISBN: 9-786257 085823
  • 5- Hejmara Çaran No: 05 – Nîsan, Gulan, Hezîran 2023 – 978-625-7085-71-7

Rastî ew e ku dil dixwaze her berdewan bike, lê carinan divê meriv şert û mercên heyî jî, bide ber çavê xwe û rastîya heyî bipejirîne. Lewre serkeftin û berdewama karên bi vî rengî ligel kadroyekê têgihiştî û dilsoz, girêdayî şer û mercên aborî, civakî, perwerde, daxwaza zanînê û xwedîlêderketina dem û dezgeyên sivîl û neteweyî ye jî. Beyî guman di rojên bê de li tevahîya welatê me dê xebatên gelek baştir werin kirin û hêvî û bawerîya me a vê yekê heye û em hêvîya xwe diparêzin.

Li ser navê koma xebatkar û berpirsên Kovara Philosophiaê em gelekî spasîya hemû xwendevanên xwe û rewşenbîr, nivîskar, felsefenas, hunermend, wêjekar û êzdînas û zimanzanên xwe ên qedirbilind dikin ku me tenê nehiştine, herdem piştgirîya me kirine û mil dane kar û xebatên kovar û malperê. Li ser navê rêvebirîya Kovara Philosophiaê, em gelekî spasîya kesên ku navê wan li jêrê hatiye nivîsîn dikin û em dibêjin, mala we her ava be ji bo piştgirî û xwedîlêderketina kar û barên kovar û malpera Philosophiaê. Bi hêvîya azadîya Kurdistanê û jiyaneke xweşhal, ronak û aram. Her şad û bextewar bin.

  • Li Ser Navê Rêvibîrîya Kovara Philosophiaê – Gerînendeyê Giştî ê Kovarê
  • Alî Gurdilî     
  • 26.08.2025

Spasname û Malavahî: Li ser navê rêvebirîya Kovara Philosophiaê, em gelekî spasîya kesên ku navê wan li jêrê hatiye nivîsîn dikin û em dibêjin, mala we her ava be ji bo piştgirî û xwedîlêderketina kar û barên Kovar û Malpera Philosophiaê. Lîsteya li jêrê, ne lîsteyeke perîyodîk e û nav, li gor nivîs3en di kovar û malperê de hatine nivîsandin.

  • 1- Shahînê Bekirê Soreklî
  • 2- Dr. Musa Kaval
  • 3- Kahraman Evsen
  • 4- Newaf Mîro
  • 5- Dr. Omer Uluçay
  • 6- Orhan Agirî (Orhanê Brahîm)
  • 7- Umîd Demîrhan (Omitê Mistefê)
  • 8- Prof. Dr. Dieter Krimphove
  • 9- Zeynelabidin Zinar
  • 10- Dr. Husên Duzen
  • 11- Kemal Tolan
  • 12- Tengezarê Marînî
  • 13- Raif Yaman
  • 14- Mahabad Felat
  • 15- Cemal Batun
  • 16- Nesrîn Rojkan
  • 17- Dexîlê Şemo
  • 18- Demhat Dêrikî
  • 19- Bêrîvan Kayi
  • 20- Beyhanî Şahîn
  • 21- Dr. Casoê Wezîr Serhedî
  • 22- Prof. Dr. Abdullah Kıran
  • 23- Welat Dayan
  • 24- Şîrîn Bozan
  • 25- Mizgîn Hesko
  • 26- Mahmut Ozçelîk
  • 27- Metîn Eser
  • 28- Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru
  • 29- Dr. Dilawer Zeraq
  • 30- Dr. Mawlud Îbrahîm Hassan
  • 31- Fêrgîn Melîk Aykoç
  • 32- Dr. Muhammet Gozutok
  • 33- Ferzan Yezdanî
  • 34- Berfo Barî
  • 35- Mûrad Dildar
  • 36- Bilal Solmaz
  • 37- Rêzan Erzirom
  • 38- Sultan Arslan
  • 39- Bayram Ayaz
  • 40- Çiyagera Kurd
  • 41- Serhad Bapîr
  • 42- Încil Selçuk
  • 43- Çorê Arda
  • 44- Evdile Koçer
  • 45- Lokman Polat
  • 46- Têmûrê Xelîl
  • 47- Hasibê Çolak
  • 48- Alî Kut
  • 49- Devliken Kelogirî
  • 50- Enwer Karahan
  • 51- Zelal Denzi
  • 52- Xîzan Şîlan
  • 53- Mîr Qasimlo
  • 54- Receb Dildar
  • 55- Çîmen Mûrad
  • 56- Firat Cewerî
  • 57- Omer Dilsoz
  • 58- Dr. Tosinê Reşîd
  • 59- Kejê Bêmal
  • 60- Hosheng Broka
  • 61- Ilhamî Sîdar
  • 62- Berken Bereh
  • 63- Dr. Maruf Yilmaz
  • 64- Emre Mûhargînî
  • 65- Konê Reş
  • 66- Aso Zagrosî
  • 67- Salih Kevirbirî
  • 68- Celal Demkar (Celal Orhan)
  • 69- Ezîz Xemcivîn
  • 70- Helîm Yûsiv
  • 71- Evîn Berçem
  • 72- Agirî Soran
  • 73- Brahîm Şêxo
  • 74- Şiyar Silêman
  • 75- Jan Dost
  • 76- H. Kovan Baqî
  • 77- Îbrahîm Osman
  • 78- Jan JAN
  • 79- Nûrhat Heftaro
  • 80- Mîr Bedirxan
  • 81- Kovan Sindî
  • 82- Mehmûd Ronîdar
  • 83- Xêro Nisêbînî

Têbinî: Dibe ku me hinek navan ji bîra kiribe, loma bila me bibexşînin. Wekî me berê jî gotibû, malper niha di weşanê de ye û dê vekirî be, lê nivîsên nû lê bar nebin. Hemû hejmarên kovarê li ser malpera Weşanxaneya Naê (Na Yayınları) peyda dibin. Heke dezgeyekê me a pêbawer bixwaze weşana kovarê bidomîne, em amade ne ku ligel hemû mafên telîfan, karê weşanê bispêrin wan û teslîmê wan bikin. Spas.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"