Têkilîyeke çawa di navbera felsefe (philosophy) û zanistê (science) de heye?
Alî Gurdilî

Em dizanin ku heta demên hemdem jî, felsefe û zanist ji hev ne cihê (serbixwe) bûn. Thalesê feylesof ku wekî avakarê felsefeyê tê dîtin, di heman demê de esmannas, fizîkzan û matematîkzan bû jî. Bi serdema hemdem re fizîk, kîmya, tip, jînnasî (bîyolojî) û mekanîk, yeko yeko ji felsefeyê cihê bûn û bala xwe, bi tenê dane beşekê heyînê a ku bi wan re têkildar e. Mesela bîyolojiyê bala xwe da heyînên zîndî, fizîkê bala xwe da heyîna fizîkî û hwd. Wan zanistan ji bo vekolandina babetên xwe, hinek rêbazên nû peyda kirin û bi wî awayî, dest bi vekolandina babetên xwe kirin. Helbet ji bo pêkanîna armancên xwe, divabû sînorên xwe jî kifş bikirana da ku bikaribin bi awayekî taybet (xwesr) li babetên xwe vekolin. Lêbelê wê helwestê zanistan ji felsefeyê dûr nexist, beravajiya vê yekê, em dikarin bibêjin ku ew zêdetir nêzîkê hev bûn.
Lewra zanist, heyînê perçe dikin û bi vî awayî, zanînîyan hildiberînin. Ev zanayî jî, encax bi saya felsefeyê dikarin werin gelemperîkirin. Felsefe jî, ji bo dîtina babetên (mijar) xwe yên vekolandinê, hewceyê zanista ye. Lewra bala felsefeyê herdem li ser encamên zanista ye û bi vê yekê felsefe, herdem hinek ramanên nû hildiberîne ku ev raman jî, rê li derketina hinek tevgeran vedikin. Mînak: Di destpêka sedsala 20an de teoriya Albert Einstein a rolativîteyê (îzafiyet) û di warê geometriyê de lêzêdekirinên Godel, wiha kirine ku di felsefeyê de jî ekolên wekî postmodern û rolativîzm derkevine holê. Li hêla din jî, meriv dikare bibêje ku felsefe û zanist, xwediyê îdealeke hevpar in jî. Felsefe bi pirsên xwe yên tevbar (universal, tümel) û zanist jî, bi encamên xwe, dixwazin têbigihêjin gerdûn, xweza û jiyanê û wan şirove bikin. Ligel vê yekê, di navbera wan de meriv dikare bibêje ku cudahîyên berbiçav jî hene.
Cudahîyên di navbera felsefe û zanistê de:
- 1- Nedîtbarkirînînên zanistan û têgehên wan, êdî taybet in û yên felsefeyê jî, êdî tevbar (tümel, universal) ne.
- 2- Zanist li mijarên xwe tu nirxekî bar nake. Wekî baş, xirab, delal û hwd. Felsefe, hem li bûyeran, hem jî li nirxan vedikole. Zanist jî, bi tenê li bûyeran (fact) vedikole.
- 3- Pêşniyarîyên zanistî, dikarin werin peyîtandin. Lêbelê ne pêkan e ku meriv bikaribe pêşniyarîyên felsefeyê bipeyîtine.
- 4- Pêşniyarîyên zanistî, derheqê siberojê (diwaroj) de dikarin hizr (texmîn) bikin.
- 5- Meriv dikare mijar û bûyerên zanistî, fêr bibe. Lêbelê ji ber ku ji bo pêkanîna felsefeyê, rêbazeke destnîşankirî tune û fêrkirina wê jî, gelekî zehmet e.
- 6- Pêşniyarîyên zanistî, di teknolojiyê de dihên bikaranîn. Lêbelê, bi sepandineke bi vî rengî a felsefeyê tune.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘