Pirsên Philosophic

Felsefe çi ye?

Pirs û Bersivên Philosophic

Di destpêkê de meriv dikare bibêje ku felsefe, di nav loda xebat û hewlên mirovî de, a herî zehmet e. Mijarên felsefeyê gelekî fireh in û felsefe, bi awayekî gelekî kûr li ser mijarên xwe radiweste. Wekî tê zanîn felsefe (philosophy, feylesofî) ne zanistek (science, bilim) e û bi tenê, meriv dikare bibêje ku ew zanînîyek (knowledge, bilgi) yan jî rêya lêgerîna zanînîyê ye. Ji ber vê yekê jî danasîn, fêrkirin û fêrbûna wê jî, gelekî zehmet e.

Bi taybetî jî ev helwesta felsefeyê a ku bi awayekî gelekî kûr û dûr li ser mijarên xwe radiweste, di destpêkê de çavên xwendevanên nû yên felsefeyê gelekî ditirsîne. Lêbelê çuqasî ew helwesta felsefeyê meriv bitirsîne jî, divê meriv xwe jê nede paş. Lewra taybetmendiyên felsefeye, dişibin kaxizên tûrnûsolê. Maneya vê yekê ev e: Mirove ku difikire, lê dipirse, li wateya jiyanê digere û dixwaze ku jiyana xwe watedartir bike, heke ew di wê helwesta xwe de xwedîbawer be, dê ji wê helwesta felsefeyê a wêrek netirse. Piştî wê qonaxê mirov ji xof û tirsên bêwate, dê rizgar bibin û dê li delaliya xazîneya felsefeyê temaşê bikin. Di serdema pêşîn de feylesofên grekî (yewnanî) vê rewşê bi ‘hezkirina zanyariyê’ bi nav kirine.

Danasîna (Pênase) Felsefeyê

Bi awayekî aşkere meriv dikare bibêje ku heta roja me ya îro jî, danasîneke naguhêr a felsefeyê ne hatiye dayîn. Çimkî her feylesofekî li gor nêrîn û awira xwe danasîneke daye ku kêm an zêde meriv dikare bibêje ku ew danasîn, nîşana nêzîkwerîya wan e. Ji ber vê yekê, danasîneke felsefeyê a ku hemû mirov li ser wê danasînê li hev tên, tune. Çimkî feylesofek, dikare ramanên beriya xwe bipejirîne û yan jî nepejirîne. Feylesof beriya her tiştî, dixwaze serbestiya xwe nîşan bide. Cihêrengiya ramanên wan ne ji quretiyê, lêbelê meriv dikare bibêje ku ji nêrîna wan a gerdûnî û ji serbestiya wan pêk tê. Li gor zanînan, felsefe cara yekem li Îyonyayê (keviyên Behra Egeya roja me) derketiye holê û di wateya hestekî de hatiye bikar anîn: ‘Hezkirina Zanînîyê.’ Di zimanê yewnanî de, wekî ‘philosophia’ ê tê bikar anîn. Philosophia peyveke hevedudanî ye. Ji peyvên hez ‘philo’ û zanyarîyê ‘sophia’ pêk tê. Ji zimanê erebî, weke peyva felasife derbasê zimanê me bûye.

Peyva philophios cara yekem di wateya kesên ku li cewhera (bastûr, avahî) tiştan diğerin de ji bo Herakleîtosî hatiye gotin. Heralkeîtos, ku wê demê bi nasnavê Fîlozofê Tarî dihate nasîn. Bi taybetî jî peyva sophios dihat wateya ê ku xwedî marîfet û desthilatiyê ye. Bi vî awayî felsefe, dibû hewl û nêzîkwerîyeke ramanî, ku li xwezaya tiştan digeriya û dixwest ku li gor rê û rêgehên aqil û mentîqê, xwezaya tiştan rave bike. Herakleîtos ji bo felsefeyê gotiye ku ‘zanyarîya zanîna xwezayê, vegotina heqîqetê ye û bi awayekî pirsyarkar, jîyîna li gor wê heqîqetê ye.’

Seneca jî, ji bo felsefeyê gotiye ‘babeta felsefeyê a sereke ew e ku edebê fêrî mirovan bike.’ Dîsa fîlozofê serdema navînî ê îslamê Kindî jî gotiye ku ‘felsefe, xwenasîna mirovî ye.’ Îbnî Sîna jî bo felsefeyê wiha gotiye: ‘Armanca felsefeyê, derxistina holê a xwezaya objekta (nesne, object) ye.’ Di serdema pêşîn û serdema navînî de felsefe, herdem ber bi zanyarî û sererastkirina jiyana rojane ve ye ku ji xwe zanyarî jî, di wateya guncanîya raman û tevgerên mirovan de ye. 

Zanyarî: Fazîleta (erdem, virtue), herî mezin e. Bi civak û gerdûnê re yekkerîbûna mirovî ye, di tevgerên xwe de pejirandina serweriya zanînîyê (bilgi, knowledge) ye, li ser hemû liv û tevgerên xwe fikirîn û pejirandina rênîşanderiya aqil, mantiq û zanînîyê ye. Di rewşa zanyariyê de meriv ti carê nikare bibe êsîrê zewq û xweşiyan. Zanyar, ew kes e ku dikare li hemberî zewq û xwestekên xwe raweste û têbikoşe. Lêbelê di dewra hemdem de dema feylesof felsefeyê dinasînin, têgehên nedîtbar (abstract, soyut) bikar dihênin. Hegel ji bo felsefeyê wiha gotiye: ‘Felsefe, baweriya hezkirina heqîqetê û hêza aqil e.’ Kant jî derheqê felsefeyê de wiha gotiye: ‘Têgeh (têgih, kavram, concept) yan jî zanînîya aqlî ku bi çêkirina têgehan tê bidestxistin. Ev jî nîşan dide, ku felsefe lêgerîneke bêrawest e û herdem, di rewşeke wiha de ye.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"