Pirsên Philosophic
-
Têkiliya Felsefe û Hunerê çi ye?
A rast ew e ku kes nizane ka huner kengê dest pê kiriye. Hinekan gotiye ku huner, ji sehrê derketiye û hinekan jî, wiha xwestine ku wêneyên li ser dîwarên şikeftan bila wekî hunerê werin dîtin. Lêbelê, heke derheqê pêkanîna şekil û awayê tiştekê de, hinek ramanên cihêreng hatibin gotin, bê guman li wir felsefe jî hebû ye û têkilî…
Berdewama wê bixwîne » -
Têkiliya Felsefe û Dîn (Ol) çi ye?
Dîn, sîstemeke baweriyê ye. Afiraner (xwedê) bi riya wehiyê hinek rêzik û qanûnan hinartiye û ji evdên xwe jî xwestiye ku ew li gor wan rêzik û qanûnan tevbigerin. Ev yek, dê wan hem li vê dinyayê bike evdên baş û hem jî, dê wiha bike ku ew bikaribin ji bo dinya din jî (axret) xwe baş amade bikin. Dînên…
Berdewama wê bixwîne » -
Têkilîyeke çawa di navbera felsefe (philosophy) û zanistê (science) de heye?
Em dizanin ku heta demên hemdem jî, felsefe û zanist ji hev ne cihê (serbixwe) bûn. Thalesê feylesof ku wekî avakarê felsefeyê tê dîtin, di heman demê de esmannas, fizîkzan û matematîkzan bû jî. Bi serdema hemdem re fizîk, kîmya, tip, jînnasî (bîyolojî) û mekanîk, yeko yeko ji felsefeyê cihê bûn û bala xwe, bi tenê dane beşekê heyînê a…
Berdewama wê bixwîne » -
Meriv çawa dikare zanînîya zanistî bike lod?
Zanînîya zanistî ji hêla rêgeh (metod, rêbaz, method), armanc û babetên xwe ve, dikare bibe sê beş: 1- Zanistên Formel (Lewnî, Fesalî) 2- Zanistên Xwezayê 3- Zanistên Civakî (Mirovî) 1- Zanistên Formel (Zanistên Fesalî, Zanistên Lewnî): Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku meriv bi hêsanî dikare wan bibersivîne û jê duddil nebe. Ew pirs jî, pirsên amprîk…
Berdewama wê bixwîne » -
Aqil (Reason) çi ye?
Fonksiyon û kapasiteya (behreya) zêhnî a mirovî. Bi saya vê fonksiyonê, mirov ji jiyandarên din cuda dibin. Bi saya aqil mirov nesneyan ji hev cihê dikin, têdigihêjine girêdanî û têkiliyên wan û li ser wan difikirin. Feraseta ku dibe sebebê têgihiştina rastiyên eşkere, nesneyên nedîtbar (razber, abstract), cewhera heyînan û heyînên tevbar (universal, tümel). Behre yan jî hêza ku ji…
Berdewama wê bixwîne » -
Apodeîktîk (Apodictic) çi ye?
Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, pêşniyariya (önerme, proposition) ku bi awayekî aşkere û zelal, dikare were nasandin yan jî peyîtandin e. Pêşniyariya ku bi awayekî bêgav rast e, pêşniyariya ku misoger e, ye. 1- Di felsefeya Arîstotalesî de, ji zanîniya (bilgi, knowledge) ku bêgav e pêk were re, zanîniya apodeîktîk tê gotin. Ev cure zanînî tevbar (tumel, universal), mecbûrî…
Berdewama wê bixwîne » -
Apeîron (Apeiron) çi ye?
Apeîron, arkheya (madeya resen, madeya pêşîn, cewhera pêşîn) Anaksimandrosî ye. Herçuqasî ji hêla peyvnasiyê (etîmolojiyê) ve, were wateya ‘a ku bêsînor e’ jî, di heman demê de, tê wateya ‘a ku nikare were destnîşankirin’ jî. Lewra ji aliyê Anaksimandrosî ve sebebê bikaranîna peyva apeîronê, nepejirandina arkheya Thalesî bû, ku Anaksimandros avê weke arkheyeke kêm didît û wiha bawer dikir ku…
Berdewama wê bixwîne » -
Antînomî (Hevdijî, Antinomy) çi ye?
Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, hevdijiya (tezat, nakokî) di navbera qanûnan de ye. Têgîneke palpiştiyê ye. 1- Di mantiqa modern de, encama ku ji hêla mantiqê ve ne pêkan e. 2- Di felsefeya Immanuel Kant de, nakokiya ku di navbera du hêmanan de ye. Kant, vê nakokiyê di berhema xwe ya bi navê ‘kritik der reinen vernunft’ (rexneya aqlê…
Berdewama wê bixwîne » -
Tropeyên Agrippa çi ne?
Agrippa (P.Z) di sedsala 3an de jiya ye û feylesofekî mîstîk ê romayî ye. Agrippa jî, wekî feylesofekî gumanber (şikber, septîk, şikwer) hatiye dîtin. Derbarê Agrippa de, zaniniyên me gelekî kêm in. Lêbelê li gor zanînan, Agrippa gelekî li ser tropeyên Aenesidemusî rawestiya ye û hejmara wan deh (10) tropeyan (palpişt, hincet, delîl) daxistiya (5) pêncan. Wekî tê zanîn Aenesidemus…
Berdewama wê bixwîne » -
Afirîşparêzî (Xulkparêzî, Creationism) çi ye?
Li gor vê bawerî û nêrîna felsefîk, hêzek a ku raserê xwezayê ye û ku hebûnatiya wî ji berê ve hatiye qebûlkirin, ji tunehiyê gerdûnê afirandiye. Di seranserê dîrokê de, gelek navê cihêreng li wê hêza afirander kirine. Têgeha afirîşparêzî (fr: créationnisme, tr: yaratılışçılık) û têgeha panenteîzmê, ji hev cuda ne û lewma jî, ev têgeh wekî ‘xulkparêziya dînî’ jî…
Berdewama wê bixwîne »