Arşîva Felsefevan

Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî ra

Hevpeyvîn: Aso Zagrosî

1- Ji derketina Daeşê ve Peymana  Sykes – Picot  de facto  nema.  Ji bo ku Kurd dewleta xwe avabikin derfetek zêrînî û pêvajoyeke  dîrokî  peyda bû. Gelo li gor  bîr û raya we hêzên sîyasî ên Kurd vê pêvajoyê   baş dixwinin? Heger  na,  pêwîste  çi bikin? 

Ali Gurdilî: Derbarê avakirina dewletê de (federal yan serbixwe) fikrên kurdan, ne wekî hev in. Li Başûrê Kurdistanê, niha dewleteke kurdan ya federatîv heye; ku meriv li gor şert û mercên niha, dikare wê dewletê wekî dewleteke serbixwe jî binîrxîne. Lê belê fikrên hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, derbarê avakirina dewletê de ne zelal in. Ji ber ku hê ji destpêkê ve hatiye gotin ku ew aligirê Suriyeya Demokratîk in. Belam kurdên bakûr, tevger û berxwedana kurdên rojavayê, wekî tevger û berxwedaneke bo avakirina Dewleta Rojavayê Kurdistanê dinirxînin û wiha jî dibînin. Lêbelê, îro (27.07.2015) di peyameke xwe de birêz Salih Muslim gotiye dibe ku hêzên PYDê beşdarê artêşa Surî bibin û bibin perçeyeke wê artêşê. Em nizanin ka ev helwest teqtîkek e yan na, yan jî heta çi demê dê ev helwest berdewam bike? Ji aliyê din ve, dewleta tirk bi rêbazeke kûr û dûr difikire û tirsa vê dewletê a herî mezin, li Rojavayê Kurdistanê ragihandina dewleteke federatîv yan serbixwe ye.

Herçuqasî, niyeteka hêzên siyasî yên kurdên rojavayê û hêzeke wan a bi vî rengî tunebe jî, dewleta tirk ji a niha ve dixwaze ku rê li ber vê îxtîmalê bigre. Heçkû bi hêsanî em dikarin bibêjin ku piraniya cîhanê, niha Rojavayê Kurdistanê weke xaka kurdan qebûl dike û wer xwiya ye ku ne li dijî avakirina dewletek fedaratîv yan serbixwe ye. Jiber ku a niha, li ortê dewleta surî nemaye û mafekî rewa ye ku kurd dewleta xwe ragihînin. Ji bo pêkhatina vê yekê jî, gava yekemîn daxwaza (xwestina) dewletê ye. Şert û mercên kurdan niha rê didin vê yekê yan na, helbet ew jî meseleyeke din e. Rikberî û dijberiya partiyên siyasî yên kurdan jî, di vê meseleyê de mixabin roleka neyînî dilîzin. Bi taybetî jî, dijberiya partiyên PKK û PDK ê. Di dewsa vê rikberiyê de, du perçeyên Kurdistanê (Rojava û Başûr) dikarin hevkariyeke mezin pêk bînin û bi awayekî berbiçav bikevin nav pevxebatekê mirovî û netewî. Mixabin, jiber fikrên cihê yên siyasî, ev yek jî pêk nayê.

2) Hûn   êrîşên dewleta  Tirk  li ser Başûrê  Kurdistanê û  Rojavayê  Kurdistanê  çawa  dinirxînin?  Pêwîste  Kurd hemberî  van  êrîşan  çi bikin? Gelo  li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek bi navê Pêvajoya Aşitîyê   hebû? Heger  pêvajoyek wisa hebû,  piştî  van  bûyerên vê dawîyê çarenivîsa  vê pêvajoyê  çawa  dibe?

Ali Gurdilî: Dewleta tirk, dixwaze ku kurdan çavtirsî bike û ji wan re bibêje ku; ‘va ez li vir im ha!’ Li milê din jî, partiya AKPê dixwaze ku dilê hilbijêrên xwe yên nîjadperest xweş bike û dixwaze nîşanî wan bide ka ew çuqasî li dijî ‘terorê’ ye!! Derbarê alikariya terorîstên Daîşî de, sicîla hiqumet û dewleta tirk, ne pakij e û loma jî, a niha dixwazin ku xwe pak û pakij nîşan bidin. Çimku hiqumeta AKP ê di bîr û raya cîhanê de weke hevkarê terora Daîşê tê dîtin û hiqumet a niha dixwaze ku vê têgihiştinê ji holê rake. Û loma jî neçar ma ku bi hêzên hevpeyman re hevkariyê bike û xwedênegiravî êrîşî hêzên Daîşî bike. Di konjuktura a niha de, ji ber tirsa bîr û raya cîhanê, dewleta tirk nediwêriya ku êrîşî hêzên kurd yên çekdarî bike û axa Kurdistanê topbaran bike; lê bi hinceta Daîşê wer xwiya ye ku ew jî bi dest xistiye. Li hemberî erîşa dewleta tirk, kurd bi girseyî dikarin li dij derkevin û nerazîbûna xwe nîşan bidin; helbet ne tenê li Kurdistana Bakûr, li temamiya Kurdistanê. Lêbelê, ji ber nakokiyên di navbera partiyên kurdan de, mixabin bertekek milî pêk nayê û her kurdek, ji bo perçeya ku lê dijî dengê xwe derdixe. Loma jî, hevgirtin û bertekên xurt yên milî (netewî) xwiya nabin û mixabin, tirsa min ew e ku dê wusa berdewam jî bike. Lewma jî, tiştên ku ez dibêjim jî, dê mîna fikrên eksantrik werin dîtin. Wekî nav, helbet pêvajoyek bi navê ‘pêvajoya aştiyê’ hebû, lê tu carî hêl û naveroka vê proseyê nehate eşkerekirin.

Bi awayekî nepenî, li Oslo, Parîs û Stenbolê çend hevdîtin pêkhatin, lê deleta tirk tu carî qebûl nekir ku ew bi xwe di nava vê proseyê de cih digre. Di dawiya 3 salan de jî, gelek tiştên ku hatine xeberdan, ji aliyê rêveberên dewletê ve hatin înkarkirin. Di rastiya xwe de, ev proseyeke destpêka diyalogê bû, ku bi navê ‘pêvajoya aştiyê’ hate binavkirin. Ji bilî çend gotinên gilover î xweşik, me tiştek nedî. Dewleta tirk, îmajeke afirand û wusa nîşan da ku ew aligirê aştî û demokrasiyê ye. Ji bo vê yekê jî, mîna desteya (koma) mirovên aqilmend alavên cihê hatin bikaranîn, ku temamiya wan jî gavinên rûqalkî bûn. Kurd, dikaribûn gelek tiştan bikin; lê nekirin. Li benda gavên dewletê man û derdê xwe ji cîhanê re negotin. Ev yek çekek mezin bû, lê nehate bikaranîn.

Civak û hêzên kurdan yên sivîl, baş nehatin organîzekirin û gel bi xwe jî, beşadarê vê proseyê nebû. Heke civaka sivîl ya kurd xwedî li vê pêvajoyê derketa, dibe ku niha rewş cihê bûya. Mixabin niha bi erîşên xwe yên dawî dewleta tirk ragihandiye ku dawî li pêvajoya aştiyê aniye û mixabin, tiştek î zêde jî, ji destê me kurdan nayê. Heke dewlet jidil bûya, di desta ewil de dikaribû çend gavan biavêta. Mesela dikaribû zimanê kurdî bike zimanê fermî ê perwerdehiyê yan ‘efûyeke’ giştî îlan bikira? Lê hiqumeta AKPê xwe ne xist bin rîskeke wuha û li benda hilbijartinên nû ma. Ji xwe hewce nake ku meriv a niha behsa encamên hilbijartinên dawî yên parlamentoya tirk bike. Çimku xweş tê zanîn. Mixabin, a niha bi navê ‘pêvajoya aştiyê’ pêvajoyek li ortê nemaye. Ji bo rêlibergirtina dubarekirina encameke bi vî rengî, hêzên siyasî yên kurd divê baştir xwe organîze bikin û divê gel bi xwe, bi her hawî beşdarê proseyên bi vî rengî bibe. Çimku beriya hemû kesê, dê gel lê xwedî derkeve.

  • Hevpeyvîn: Aso Zagrosî
  • 27.07.2015
  • Çavkanî: Malpera Alayekîtî 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"