
1- Felsefe, rexne li zanistan digre: Felsefe, li ser pêşniyarî û hêmanên zanistên wekî fizîk, kîmya, jînnasî, ezmannasî, û hwd. radiweste, ku berê wekî şaxekî felsefeyê bûn û dixwaze ku hêlên wan yên bi hêz û qels, destnîşan bike û bi vî rengî jî rewşa wan derbixe holê. Bi vî awayî xumantiya gelek têgehan destnîşan dike, ku herdem wekî têgehên misoger hatine dîtin. Li hêla din jî, felsefe li encamên zanistan jî vedikole û wan rexne dike. Encam û daneyên ku ji aliyê wan zanistan ve hatine bidestxistin, gelo ew çiqasê amizgerê hîpotezê (feraziye, rawêj) ne, gelo tê de çewtî hene yanê na? Di dema bidestxistina van encaman de, gelo meriv dikare bibêje ku prensîpa hevgirîyê heta dawîyê hatiye parastin? Zanyar, gelo çuqasî girêdayê ehlaqê zanistî mayê? Ev pirs û gelek pirsên bi vî rengî, ji layê felsefeyê ve têne pirsîn û felsefe, wan pirsan wekî pirsgirêkeke raberî zanistan dike. Di encama wan rexneyan de, zanist li ser rê û rêgehên xwe difikirin, dinîrxînin û bi vî awayî jî, karê xwe berdewam dikin.
2- Felsefe, zanistan digihîne hev: Zanist, perçe perçe dest bi vekolandina gerdûnê dikin û bi awayekî perçekirî, li gerdûnê vedikolin. Ango, zanist (science, bilim) ne xwedîyê nêrîneke tevbar (universal, tümel) in. Loma meiv dikare bibêje ku zanist, bi darên daristanên eleqeder dibin. Lêbelê felsefe, bi hemû daristanê re eleqeder e û li tevahiya daristanê vedikole. Her zanistek, xwediyê sînorekî ye û babetên wê kifş in, ku li wan vedikole. Bi vî awayî hemû zanist, bi pirs yan jî pirsgirêkên xwe re têkildar in û hewl didin ku bersivên pirsên xwe bidin, yan jî pirsgirêkan çareser bikin. Ev avahiya perçekirî, ji aliyê felsefeyê ve tê pevgihîştandin. Lewra tu zanistek ji bo demajoya mirovahî, teknolojî û zanistiyê, li ser encaman ranaweste û wan nanirxîne. Mesela dîtina pusulayê, geşta di behran de, keşfa parzemînan, piştre jî keşfên ezmannasên wekî Galîleî, Kepler û Kopernîkî, bandorekî mezin li ser feylesofan kir, di encama wan pêşveçûnan de, tevgerên Ronesans û Reformê dest pê kirin û di encama wan tevgeran de, parzemîna Ewropayê, bi temamî hate guherîn. Bi taybetî jî, ji aliyê Newtonî ve bi qanûnên mekanikî, şirovekirina gerdûnê wiha kir ku di felsefeyê de jî şirovekirineke mekanîk a gerdûnê, dest pê bike û heta bibe serwer jî. Di encama wan guherînan de tevgera zanistî dest pê kiriye, dest ji rêgeha berjêrwerîyê hatiye berdan û rêgeha berjorwerî hatiye bikaranîn.
3- Felsefe, keybanûya zanista ye: Berê, hemû zanistên xwezayî û zanistên civakî (sosyal), beşeke felsefeyê bûn. Lêbelê di roja me ya îro de ew zanist (science), ji felsefeyê cuda bûne û wekî zanistên serbixwe têne dîtin. Zanyarên berê, herçuqasî li xwezayê vedikoliyan jî, ew ne zanistmend, lêbelê feylesof bûn. Girêdayî vê xalê,, di dewra antîk de Batlamyus û di dewra Ronesans û Reformê de jî, Kepler, Kopernîk, Pascal û gelek zanyarên bi nav û deng, di dîrokê de wekî feylesof yan jî zanyar (zanistmend) hatine dîtin.
4- Bandor û encamên felsefeyê: Feylesof, gelek caran li ser wan babetên ku em ji wan direvin radiwestin. Mesela: li ser babetên wekî ‘Wateya jiyanê çi ye?, Ol çi ye?, Rastî û çewtî çi ne?, Sînorên azadiyê çi ne?, Heq û edalet çi ne?, Zêhna mirovî çawa dixebite?, Hêjahiya zanistê, wê çawa ware zanîn? û hwd. radiwestin. Bi saya vekolandina wan babetân, em bi nirx û pêşhukmîyên xwe re rûbirû dibin û wan, li ser bingehekê zexim didin rûniştandin. Li hêla din jî felsefe ji bilî kesayetiyan, li ser şaristaniyan jî xwedan bandor e û bi wê bandora xwe re, di warê pêşveçûnê de dibe alîkarê şarîstaniyan. Mesela: Heke Rousseau tunebûya, dê Şoreşa Fransî kêm pêk bihata, yan jî nediqewimîya. Herweha dibe ku têgehên wekî demokrasî û mafên mirovan, derneketibûna holê. Heke Montesquie tunebûya, dibe ku qanûnên me wekî îro, ne bihêz bûna. Nivîsên Karl Marx bûne amadekarê Şoreşa Sovyetê û rê li vê şoreşê vekirine. Dîsa meriv dikare bibêje ku teoriyên John Locke û Willîam James yên lîberal, bûne sebebê avahiya civakî a serbest.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘