
Gelo, çima dê ne felsefe be?! Ji serdemên berê zêdetir, îro em bi pirsgirêka wateyê re rûbirû ne. Em di serdemeke wiha de dijîn ku, pirraniya mirovan bêked û bêşixûl, dixwazin bibin xwediyê her tiştî. Di demekê wiha de pirsên wekî: ‘Em kî ne?’, ‘Wate û armanca jiyana me, çi ye gelo?’, Di nav zanînan de, gelo zanînên me çuqasî rast in?’, ‘Rastiya zanînîyên me, ji kû dihên?’, ’Gelo em heta çi radeyî serbest in?’, ‘Gelo rast e ku modela herî baş demokrasî ye?’, ‘Gelo, qanûn ji bo hemû mirovan, wekîhev dihên xebitandin?, yanê na?’ û hwd. bi girîngiyeke mezin li hemberî me radiwestin û li benda bersivandinê ne.
Tiştekî berbiçav e ku rêya herî baş a bersivandina van pirs û pirsgirêkan, felsefe bi xwe ye. Mixabin hûrlênêrîn û tênegiştina ramanên feylesofan, carinan dikare çavê xwendevanên felsefeyê bitirsîne û wan ji felsefeyê dûr bike. Lêbelê di dawiyê de meriv dikare bibêje ku ew zewqa ramanî, hêjayê wê ked û xebatê ye. Carinan jî, em dibînin ku hinek mirov ji felsefeyê xwe sar dikin û jê dûr dibin. Bersivên felsefeyê, ti carê ne amade ne û tu modeleke jiyanê a ku felsefeyê ji mirovan re amade kiriye jî, tune. Herweha, felsefe dê ti carê nekeve nav helwesteke bi vî rengî jî. Berevajiya vê yekê felsefe dixwaze ku mirov bi xwe, li ser jiyana xwe bifikirin û lê hûr bibin. Nexwe, jiyaneke ku lê hatiye pirsîn û ku bi awayekî bêrawest, ber bi başiyê ve diçe, fêrbûna fikirînê û mijûlahiya bi pirsgirêkên felsefeyî re, dê hejahiya felsefeyê zêdetir jî bike.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘