
Apeîron, arkheya (madeya resen, madeya pêşîn, cewhera pêşîn) Anaksimandrosî ye. Herçuqasî ji hêla peyvnasiyê (etîmolojiyê) ve, were wateya ‘a ku bêsînor e’ jî, di heman demê de, tê wateya ‘a ku nikare were destnîşankirin’ jî. Lewra ji aliyê Anaksimandrosî ve sebebê bikaranîna peyva apeîronê, nepejirandina arkheya Thalesî bû, ku Anaksimandros avê weke arkheyeke kêm didît û wiha bawer dikir ku av, ne besî afirandina hemû tişta ye.
Li gor ramanên Anaksimandrosî ji bo pêkhatina edaletê, divabû di navbera ax, agir, hewa û avê de, herdem dengeyek hebûya û ku ev dengê dibû sedemê hebûn yan jî tunebûna wan. Heke arkhe yek elementek tenê bûya; weke avê yan jî hewayê, wê demê dê wê elementê dengeya ku di navbera wan de ye xira bikira û dê rewşa dijber ya ku di navbera wan de heye, ji holê rabûya. Herweha, ne pêkan e ku arkhe yek elementek tenê be jî. Li gor ramana Anaksimandros arkhe, bi awayekî girgîn (dîtbar, concrete, berbiçav, somut) nikare were destnîşankirin û divê ew tişt be, ku li dinyayê peyda nebe jî. Di dawiyê de meriv dikare bibêje ku li gorî bîr û baweriya Anaksimandros apeîron (fr: apeiron, tr: apeiron) bêsînor, naxwiya, bêşekil û bêgewşîn e.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘