Pirsên Philosophic

Çima Thales wekî feylesofê pêşîn dihê dîtin?

Alî Gurdilî

Thales B.Z. di sedsala 6an de (620-546) jiyaye û li Îyonyayê, ji wan heft (7) zanayên mezin yên yewnanî hatiye hesibandin. Wekî hemû feylesofên îyonyyayî, ew jî li ser xweza û gerdûnê fikiriye, lêkolînan pêkaniye û di warê, matematîk û astronomîyê (astronomy) de serkeftinên baş bi dest xistiye. Serkeftineka wî ya mezin ku heta roja me jî hatiye, zanîna wî ya rojgirtinê ye. Li gorî hesabên Thalesî, di 28 Gulana 585an de (B.Z.) dê Roj bihata girtin û ev bûyer, wê rojê qewimiye. Roja ku Thales gotiye Dê Roj were girtin, (28 Gulana sala 585an) wekî tarîxa destpêka felsefeyê tê pejirandin. Sebebê vê yekê jî ew bû ku Thales, vê encamê bi riya aqil û hişê xwe bi dest xistiye.

Heke meriv felsefeyê wekî rêya lêgerîna zanînî û gihêjtina rastîyê bipejirîne, wê demê meriv bi hêsanî dikare bibêje mafê wan heye. Lewra divabû ew tarîx wekî destpêka bikaranîna aqil û hiş bihata hesibandin, ku ev yek jî roja derketina felsefeyê ye. Derheqê Thales de, gelek anekdot hene û meriv dikare ji wan anekdotan, gelek ramanên balkêş fêr bibe. Mesela tê gotin ku Thales çûye Misrê û dirêjahiya siya pramîdan di dema nîvro de hesab kiriye û bi vê yekê re jî, bilindahiya pramîdan hesab kiriye. Ji bilî vê yekê, dîsa tê gotin ku Thales dûrahiya keştiyên di deryayê de jî hesab dikir. Li Misrê xwe fêrî geometriyê kiriye û ê ku geometriyê biriye Yewnanîstanê, dîsa Thales e. Xwediyê Teoremên Manendiyê (benzerlîk, dirûvtî) ku îro jî di geometriyê de dihêne bikaranîn û pejirandin, dîsa Thales e. Meriv dikare bibêje ku Thales ne tenê zanyar bûye, ew di heman demê de ramanwer û alim bûye jî. Li gor rîwayetan, tê gotin ku dêya wî dixwaze ku wî bizewicîne û ji bo vê yekê jî, herdem jê dixwaze ku ew bizewice. Lêbelê Thalesê zanyar, herdem ji dêya xwe re dibêje; ‘wele hê zû ye’. Lêbelê piştî demekê dirêj, vê carê jî ji dêya xwe re dibêje: ‘ji bo zewacê, êdî dereng e.’

Dîsa rojekê jê tê pirsîn, bê ka çima zarokên wî tinin? Dibêje: ‘ji ber ku ez ji zarokan gelekî hez dikim lewma.’ Helbet meriv dikare bibêje ku Thales ne bi xêra van anekdotan wekî feylesofê pêşîn yan jî bavê felsefeyê hatiye dîtin. Feylesofê ku cara yekem li ser gerdûn, zayîn, mirin, ciwanî û kalitî, stêrk, heyv, ba û li ser hemû tiştên ku di gerdûnê de diqewimin fikiriye û xwestiye ku prensîpa yekem a ku wan behrêlî dike û bi rê ve dibe bibîne û bizanibe, Thales e. Thales vê pirsê pirsiye û bersiva wê jî daye. Wekî tê zanîn Thales, avê wekî prensîpa (made,  arche) yekem nirxandîye û gotiye ku hemû tişt ji avê der çûne. Ji ber ku cara yekem vê pirsê kiriye, Thales wekî bavê felsefeyê û feylesofê yekem hatiye dîtin.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"