-
Information
Xatirxwestin û Spasname
Xatirxwestin û Spasname Kovara Philosophia wekî kovareke philosophic a perîyodîk, di meha Çila sala 2022an de dest bi weşana xwe kir û bi hejmara xwe a taybet, di kovargerîya kurdî de cihê xwe girt, heta Adara sala 2023an weşana xwe berdewam kir û li ser hev, heta niha pênc (5) hejmarên kovarê hatine weşandin. Li jêrê, hûn dikarin ligel…
Berdewama wê bixwîne » -
Philosophers
Arthur Schopenhauer: Cîhan Vîn û Temsîlîyet e
Arthur Schopenhauer: Cîhan Vîn û Temsîlîyet e Xwendina min ya li ser teoriya “cîhan temsîliyet e” li gor Schopehauer. Arthur Schopenhauer (22’ê reşemiyê 1788 – 21’ê rezberê, 1860) Berhema wî ya herî navdar The World As and Representation e (cîhan vîn û temsîliyet e). Schopenhauer ramanên xwe li ser felsefeya îdealîst a transcendental a Immanuel Kant wekî bingeh girtiye. Schopenhauer…
Berdewama wê bixwîne » -
Philosophia
Felsefeya Johann Gottlieb Fichte
Fîlozofekî alman bû. Yek ji damezrînerên herî girîng ên tevgera felsefî ya ku bi navê Îdealîzma Alman tê zanîn, tevgerek ku ji nivîsên teorîk û etîkî yên Immanuel Kant pêş ket. Fichte gelek caran wekî kesek tê pêşkêş kirin ku modelên wî yên felsefî pirek di navbera ramanên Kant û îdealîstê Alman Hegel de bûn. Fîlozof û zanyar vê dawiyê…
Berdewama wê bixwîne » -
Philosophia
Wateya Mirinê li Gorî Îmam Xezalî
Îmam Xezalî li rastiya mirinê bi awayekî herî rast ew e ku ayet û hedîs diyar dike. Wî destnîşan kir ku zanîna rastiya mirinê bi zanîna jiyanê, mirov, ruh, Xwedê û axretê ve girêdayî ye. Wî got ku mirov bêyî ku xwe nas bike nikare Xwedê nas bike, naskirina xwe mifteya naskirina Xwedê û axretê ye, heta ku rastiya ruh…
Berdewama wê bixwîne » -
Pirsên Philosophic
Têkiliya Felsefe û Hunerê çi ye?
A rast ew e ku kes nizane ka huner kengê dest pê kiriye. Hinekan gotiye ku huner, ji sehrê derketiye û hinekan jî, wiha xwestine ku wêneyên li ser dîwarên şikeftan bila wekî hunerê werin dîtin. Lêbelê, heke derheqê pêkanîna şekil û awayê tiştekê de, hinek ramanên cihêreng hatibin gotin, bê guman li wir felsefe jî hebû ye û têkilî…
Berdewama wê bixwîne » -
Pirsên Philosophic
Têkiliya Felsefe û Dîn (Ol) çi ye?
Dîn, sîstemeke baweriyê ye. Afiraner (xwedê) bi riya wehiyê hinek rêzik û qanûnan hinartiye û ji evdên xwe jî xwestiye ku ew li gor wan rêzik û qanûnan tevbigerin. Ev yek, dê wan hem li vê dinyayê bike evdên baş û hem jî, dê wiha bike ku ew bikaribin ji bo dinya din jî (axret) xwe baş amade bikin. Dînên…
Berdewama wê bixwîne » -
Pirsên Philosophic
Têkilîyeke çawa di navbera felsefe (philosophy) û zanistê (science) de heye?
Em dizanin ku heta demên hemdem jî, felsefe û zanist ji hev ne cihê (serbixwe) bûn. Thalesê feylesof ku wekî avakarê felsefeyê tê dîtin, di heman demê de esmannas, fizîkzan û matematîkzan bû jî. Bi serdema hemdem re fizîk, kîmya, tip, jînnasî (bîyolojî) û mekanîk, yeko yeko ji felsefeyê cihê bûn û bala xwe, bi tenê dane beşekê heyînê a…
Berdewama wê bixwîne » -
Pirsên Philosophic
Meriv çawa dikare zanînîya zanistî bike lod?
Zanînîya zanistî ji hêla rêgeh (metod, rêbaz, method), armanc û babetên xwe ve, dikare bibe sê beş: 1- Zanistên Formel (Lewnî, Fesalî) 2- Zanistên Xwezayê 3- Zanistên Civakî (Mirovî) 1- Zanistên Formel (Zanistên Fesalî, Zanistên Lewnî): Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku meriv bi hêsanî dikare wan bibersivîne û jê duddil nebe. Ew pirs jî, pirsên amprîk…
Berdewama wê bixwîne » -
Pirsên Philosophic
Aqil (Reason) çi ye?
Fonksiyon û kapasiteya (behreya) zêhnî a mirovî. Bi saya vê fonksiyonê, mirov ji jiyandarên din cuda dibin. Bi saya aqil mirov nesneyan ji hev cihê dikin, têdigihêjine girêdanî û têkiliyên wan û li ser wan difikirin. Feraseta ku dibe sebebê têgihiştina rastiyên eşkere, nesneyên nedîtbar (razber, abstract), cewhera heyînan û heyînên tevbar (universal, tümel). Behre yan jî hêza ku ji…
Berdewama wê bixwîne » -
Pirsên Philosophic
Apodeîktîk (Apodictic) çi ye?
Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, pêşniyariya (önerme, proposition) ku bi awayekî aşkere û zelal, dikare were nasandin yan jî peyîtandin e. Pêşniyariya ku bi awayekî bêgav rast e, pêşniyariya ku misoger e, ye. 1- Di felsefeya Arîstotalesî de, ji zanîniya (bilgi, knowledge) ku bêgav e pêk were re, zanîniya apodeîktîk tê gotin. Ev cure zanînî tevbar (tumel, universal), mecbûrî…
Berdewama wê bixwîne »