
Babetên felsefeyê ne babetên rojane ne, pirsgirêkên tevayî û razber (soyut) in. Felsefe, her dem xwe disperê pirsan û bi awira xwe ya rexnekar û bi rêya razberkirinan, babetên ku bingeha jiyana me ya rojane pêk tînin, ji xwe dike pirsgirêk. Em hemû dema ku diçin cîhê karê xwe, em demê (zemanê) bikar tînin. Lê di dema vê bikaranînê de, em pirsa ‘Dem (wext, zeman) çi ye gelo?’ ji xwe nakin. Di dema şerekî de em ji dijminê xwe wiha nabêjin: ‘Lawo ka raweste, beriya ku em dest bi şer bikin, were em şer û aştiyê destnîşan bikin û piştre, em şerê xwe bidomînin.’
Dîsa dema ku em êvarekî li balkona xwe rûdinên û çaya xwe vedixwin, em li ser wateya ‘delaliyê’ ranawestin, yan jî em pirsa ‘Delalî çi ye gelo?’ ji xwe nakin. Lêbelê em hemû jî dizanin ku dem, edalet, heq, delalî, zanayî, war, cewher, çêbûn, hebûn û windabûn û hwd. perçeyekî jiyana me ne û jiyana me, bi wan dibe jiyanek watedar. Felsefe, hemû babetên jorîn vediguhêrîne pirsan û her feylesofek jî, dixwaze ku girêdayê perspektîfa (nêrîn, awir) xwe bimîne û wiha jî, van pirsan (pirsgirêk, arîşe) çareser bike.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘