
Felsefe li keviyên herêma Egeyê dest pê kiriye. Îro, bi pirranî wiha tê pejirandin ku felsefe cara yekem li herêma Îyonyayê derketiye holê û ev yek, bi awayekî dîrokî jî hatiye nîşandan. Ê baş e, mirovên ku li Îyonyayê dijîyan kê bûn? Herêma Îyonyayê di roja me ya îro de, bajarên wekî Îzmîr, Aydîn û Muglayê diguncîne. Wê demê bajarên wek Assos (Çan), Ephesos (Efes) û Miletê, li keviyên Behra Egeyê wekî navendên bazirganiya behrê (derya) bûne. Îyonyayî, ji qewmê akayan têne hesibandin, ku berê li Peleponezê (Nîvgirava Morayê, li Yewnanîstanê) dijiyan. Lêbelê piştre, ji ber êrîş û dagirkirinên biyaniyan (Qewmê Dor, Dorians) ber bi keviyên Îyonyayê ve koç kirine. Heta demekê, li nîvgirava Yewnanîstanê di bin serweriya Dor’an de jîyane, demekê di bin serweriya persan de (parsis, îranî, parsees) jiyane û piştre jî, gihêjtine serxwebûna xwe û dewletên xwe yên bajarî ava kirine. Îyonyayiyan ku medeniyeta yewnanî di roja me de xwe wekî berdewama wan dihesibîne, di warê wêje, zanist û hunerê de, medeniyetekê gelekî xurt ava kirine û bi riya kolonîkirina hawirdora xwe, bûne xwediyê hêzekê xurt.
Di wê dewrê de bi helbestên xwe yên destanî, Homeros jî dertê pêş. Bi taybetî jî destanên Îlyada û Odysseia, behsa sefera Troya a Agamemnonê qralê Mîkenê û ji Troyayê (Truva) vegera Ulisê serokê Akayê, dike. Îyonyayiyan, baweriya xwe bi gelek xweda û xwedawendan anîne û xweda û xwedawendên wan jî, mîna heyînên nîvmirov û nîvxweda (andropoformîk, mirovteşet) bûne. Hemû xweda û xwedawend ji yekîtiya axê û ezmên derketine holê, pismamê hev bûne û bi hev re têkiliyên pismamtiyê ava kirine. Di destpêkê de her dewletek (sîte, bajarok) xweda û xwedawendekê xwe hebûye. Lêbelê, piştre ew xweda yan xwedawend ji aliyê sîteyên din ve jî hatine hebandin û yek xweda yan xwedawend, dibe xweda yan xwedawendê sîteyên din jî. Îyonyayiyan wiha bawer kirine ku ew xweda û xwedawend, li çiyayê Olîmposê dijîyan û ji ber vê yekê jî, navê wan xweda û xwedawendan, danînê Olîmposî. Di nav koma xwedaya û xwedawendan de Zeus wekî xwedayê ezmên (bavxweda), Apollon xwedayê rojê û ronahiyê, Poseîdon xwedayê deryayê, Demeter jî wekê xwedawenda axê, hatine hebandin.
Welatê Îyonyayê wê demê, ji aliyê bazirganiya deryayê ve jî gelekî xurt bû û gelekî pêşketî bû. Keştiyên bazirganiyê ji Behrareş, Trakya, Qibris, Midillî û Sakizê, hilberîyên mîna hesin, dar, genim, sifir û şerabê dibirin Atîna û Pîreyê û ji wir jî donê zeytûnan, hirî, qumaş û malên zîynetê, bar dikirin. Li welatê Îyonyayê ku wekî dewletên bajarî xwe birêxistî kiribû, bi demokrasiyeka ku çavkaniya wê arîstokrasî (malmezinî, aristocracy) bû dihate birêvebirin. Di nav wan dewletan de kole û jin, wekî hemwelatî ne dihatin pejirandin. Lêbelê gelê wan dewletan, xwediyê wî mafî bûn ku dikaribûn dengê xwe (ray) bidin û jûriyên (desteya hilbijêran) xwe ava bikin. Gelê dewletê, li meydana sîteyê diciviya û ji bo birêvebirina qanûnan, dengên xwe didan, ji bo salekê serokekî hildibijartin û wan dişopandin. Di şerê îyonyayî û persan (persian, îranî) de jî, meriv dikare bibêje ku di warê kulturê de ketumebûnek pêk hatiye û herdu kultur jî, di bin bandora hev de mane. Persan xwestine ku xwe berdin Ewropayê û ji bo vê armancê jî, keviyên ‘Rojihata Enedolê’ û piştre jî, welatê Trakya û Makedonyayê vegirtine. Di vê dewrê de mîletiyan bi piştgiriya Atînayê, serî hildane.
Di dawiya şerên 30 salan de persî, ji keviyên Behra Egeyê û ji Îyonyayê hatine qewirandin. Felsefe, di dorhêleke wiha de dest pê kiriye û her çûye, bûye disîplînek xweser û berfireh bûye. Meriv bi hêsanî dikare bibêje ku şirove û raveyên îyonyayiyan yên li ser dîn û alemê (gerdûn), di mîtan de cihekî gelek berfireh digirt. Lêbelê piştî demekê avahiya wan a sîyasî, şer, bazirganî û şeklê dewleta wan ya xweser, bûye sebebê gelek guherînan û piştî wan guherînan, di civakê de hinek mirovan baweriya xwe bi zanînîyên (bilgi, knowledge) amadeyî neanîne û dest bi şirovekirineke cihê a gerdûnê, têgihiştina wateya herkbûna jiyanê û wateya başî û xirabîyê û hwd. kirine. Pêşveçûneke bi rengî jî, wiha kiriye ku babetên ku di civakê de têne vekolandin, bi bingeheke aqlî û bi awayekî aqilane, şirove bibin.
Taybetmendiyên Îyonyayê (Ionia)
1- Çanda yewnan û şaristaniya wê, xwediyê qerektereke dualî bû. Ji aliyekî ve di warê kulturê de gihabû asteka gelekî baş. Lêbelê li hêla din jî di hindek babetan de xwediyê hinek adetên xirab bû. Li aliyekî baweriya xwe bi xwedayên Olîmposî dianin û li aliyê din jî, zarok û jin di civakê de kole bûn. Cîbicîkirinên bi vî rengî, piştî demekê wiha kir ku di civakê de bêheviyêke dest pê bike û hinek adetên ku civakê bêhêvî dikirin, hatin dîtin.
2- Li hemberî çanda dualîya ku civakê bêhêvî dikir, feylesof dîsa jî têgihiştinê ku di gerdûnê de guherînek bêrawest heye û gerdûn, herdem di guherîneke wiha de ye. Ji jiyanê ber bi mirinê, ji zarokatiyê ber bi pîrbûnê, ji biharê ber bi zivistanê ve, herdem guherîn û veguhêrîneke bêrawest heye.
3- Diva bû li pişt vê guherîna bêrawest, heyînekê ku herdem hebûna xwe didomîne jî hebûya. Pirraniya felsefe û xwesteka şirovekirina Îyonyayê, bi lêgerîn û pirskirina wê heyîna mayende, dest pê kiriye û xwestiye ku wê yekê derbixe holê.
4- Feylesofên Îyonyayî, navê wê heyînê danîne ‘arche.’ Arche, ew element bû ku ligel hemû guherînan, nedihat guherîn.
5- Di dîroka felsefeye de, Thales wekî feylesofê yekem hatiye pejirandin. Thalesê ku B.Z. (Beriya Zayînê) di sedsala 6an de jiyaye, gotiye ku arkhe av e. Hinek feylesofên din jî ku xwediyê ramanên cihêreng bûn, wan jî archeyê, bi madeyên (element) cihê şirove kirine. Mesela Anaksîmenes (Anaximenes) hewayê û Herakleîtos jî, agir wekî elementa bingehîn (arche) dîtiye û bi wî rengî, arkhe şirove bûye.
6- Feylesofên îyonyayî, dema li madeya bingehîn a gerdûnî vekolane, ti rêbaz (rêgeh, method) yan jî toklînên (deney, experiment) zanistî bikar neanî ne. Bi tenê bi riya spekulasyonê, xwestine xwe bigihînin encamê.
7- Feylesofên Îyonyayî, herçiqasî li ser hinek babetên nedîtbar (abstract, soyut), yên wekî guherîn û yekîtiyê rawestiyabin jî, vê yekê bi bingeheke madî pêk anîne. Arkheyên (element) ku ji bo şirovekirina çêbûnê hatine bikaranîn yen wekî agir, av, hewa, ax û hwd. hemû jî, made ne û dîtbar (concrete, somut) in. Dema vê yekê pêk anîne jî, xwe ji bandora sehekan rizger kirine û bi awayê nedîtbarkirinî (abstraction) vê yekê pêk anîne.
8- Li cem feylesofên Îyonyayî, felsefe û zanist, ne du bûyerên (fact, olgu) cuda ne. Heta meriv dikare bibêje ku feylesofên îyonyayî li gelek babetên kozmolojîk, fizikî û bîyolojîk jî vekola ne. Lê vê yekê, di çarçoveya felsefeyê de pêk anîne. Li hêla din jî, zanistên matematîk û geometriyê jî, gelekî bala wan kişandiye û li ser wan zanistan jî, rawestiyane.
9- Feylesofên Îyonyayî herçuqasî li ser babetên wekî çêbûn, yek, pirr, windabûn û hwd. rawestiyabin û spekulasyonê wekî rêgehekê bikar anîbin jî, meriv nikare bibêje ku ew di babeta şirovekirina tevgerê (liv) de, bi ser ketine. Herçuqasî bi awayekî rast, nêzîkî guhêrîna kozmîkê bûne û hinek sentezan bikar anîne jî, hêza wan têrê nekiriye ku yekîtiya dijberan û piştre, derketina holê a sentezan şirove bikin. Di vê babetê de teoriya herî baş, a Demokrîtos e. Bi tene, bi riya teorîya atomparêzan hewl dane ku bi têkiliyên atoman, bûyera çêbûn û guherîna gerdûnî, şirove bikin. Lêbelê meriv dikare bibêje ku ew jî, di babeta şirovekirina tevgerê (livdarî) de bi ser neketine.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘