Pirsên Philosophic

Têkiliya Felsefe û Hunerê çi ye?

Alî Gurdilî

A rast ew e ku kes nizane ka huner kengê dest pê kiriye. Hinekan gotiye ku huner, ji sehrê derketiye û hinekan jî, wiha xwestine ku wêneyên li ser dîwarên şikeftan bila wekî hunerê werin dîtin. Lêbelê, heke derheqê pêkanîna şekil û awayê tiştekê de, hinek ramanên cihêreng hatibin gotin, bê guman li wir felsefe jî hebû ye û têkilî wî karî bûye. Felsefe û huner, herçuqasî du warên cuda bin jî, derheqê têkiliya di navbera wan de, meriv dikare çend tiştan bibêje.

  • 1- Felsefe û huner, du qadên afirander (kreatîv) in û ji herduyan re jî, ramaneke afirander divê. Lêbelê ji ber ku ji hunerê re hunerwerî (meharet) jî divê, ew ji felsefeyê cuda dibe.
  • 2– Felsefe, çalakiyek rasyonal (aqlî) e. Lêbelê huner, bang li hestên mirov dike û şixulkariyekê xeyalî li pêş e.
  • 3- Hem felsefe û hem jî huner, ji ber ku du xebatên subjektîf in, meriv dikare bibêje ku ew dişibine hev. Lêbelê ji hêla bikaranîna amûran ve, ji hev cuda dibin. Felsefe, hêmanên aqil û mantîqê, bikar dihîne û hunermend jî reng, nîgar, firçe, tuwal, boyax, harî, seramîk û hwd. (objeyên berbiçav, objeyên dîtbar) bikar dihîne.
  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Lê mêze bike
Schließen
Schaltfläche "Zurück zum Anfang"