Di Warê Philosophiaê da Krîza Vizîonêrî
'Vîvat Fîlosofîkûm. Krîza Vîzîonêrî, yanê Krîza Felsefî'

Di vê hejmara me ya sheshan da, ku pishtî astengî û zelûlî yên jîyana mihacirî, rêdaktor û hevrêdaktorên me, yên zor hêja xwe derbaz dikin, me bi hev ra, û ez jî her yek ji wan, birîyar dan, ser babeteke aktûal û cîhê xwe da, bala xwendevanêd xwe bikishînine ser Hebûn û Tunebûnên zor girîng.Û ew jî, ev Hebûna me, ya Nebûnî ye, kêmbûn yan ne dîyarbûna hishmendîyeke vîzîonêrî, her usa felsefî ye.
Hilbet em hemî jî, hebûna felsefê ra nas in. Felsefe, wek zanistek, wek hishgiranîyekê, wek shikbirina her hebûnên qirar û dogman, chi ya moralî û chi jî ya civakî, di jîyana gelekan ji kurdan ra hebûneke xwezaî ye. Hilbet ew hebûneke ya nase, xwezaî ye, lê belê em Kurd, chendîn ji wê xezîna mirovahîyê sûdwergir in, bona avadankirina jîyana praktîkî, rêk û pêk kirina rojane û pêsheroja xwe, ew babeteke din e. Babeta vê nivîsê jî li gor têbînî ya min eve. Di vê serdema me da, gava dema ramanvanî ya asta passîv, ku serokan û rêberan hema hema wekî hev her xewnên azadî û rizgarîê didîtin, bê ku bizanin; ew azadî û ew rizgarî, bi taybetî ya kontêksta (spêtsîfîka) êtno-kultûrî û gêo-polîtîkî, dema bûna komareke, wek hemî komarên cîhan da heyî, bi modêla chi awayî dikare xwe bi konstîtûsyon, (makeyasa) rê va bibe? Gelo, me chend Vîzîonêr, bingehdar di nava netewa me da hene yan hebûne, ku modêla kurdan ra pêguncaw, komar prêzêntasyonê hebûne? Chend xudan berhemên têorî ya jîyana komarî ne nivîskî hene?
Kakilê vê babeta me jî ev pirsa ye: Di hindava xwe da, hemîka li gor zanîna xwe, yanê zanîn û nasîna xwe ya vê hebûnê, xên ji hindik plagîata kurtemodêla „Marksîzma“ ya Kemal Burkay, yê serokê PSK, yanê jî Împêrîalîzm û Kurdistan“ ya Celal Talabanî, ya bi soranî nivîsîye û bê wergera kurmancî ya latînî ye… ya belkî kêmqîmete, yan jî kêmqîmet kirîye, têorîên din min ra nenasin. Zêde mixabin min ra nenase. Gelo meydana ramanvanî ya vîzîonêrî ya hebûna form, organ û strûktûrên komarî yekî kurd, wek têorîyekî nivîsîye? Yanê jî hebûna felsefa moral û êtîka komara netewî xên ji helbestvan û nivîskaran kesî pisporê vî beshî da perwerdebûî nivîsîye? Qey Thomas Jefferson yan Theodor Herzl ê me hene û em wan nas na kin?
Hilbet, modêlên strûktûrên avadankirina gelan û civakan ewqas in, ku gelê me qet jî ne hewceyî efirandina „Baysiklê Nû“ ye, ew bi dehan hene. Babeta em lê dilgiranin, nebûna têgîhîshtinê bi xwe ye. Têgîhîshtina pêdawîstî ya ramanvanî yê. Ramanvanî di warê nirxandina Azadî, Rizgarbûn, Jîyana hêja, Jîyana Aram û Jîyana Xwesh. Ez bi xwe di wê bawerîê dame, ku klîshê yên bînîna van hebûnan nava ronakbîran da!
Êdî behsa nexwenda û olparêzan nakim, yên jîyana morala olî da, rêkûpêkî ya wan ra, normên êtîka wan ra guncaw e. Gelo ew nirxandina chendîn raste? Va em hatine ber dergeha birîyardana komarbûnê. Gelo chima me dudilî heye ku em dikarin komarê bidine ser lingan û ew xwe bigihîne komarên pêshkeftî? Vê fehmê pêkhata yasa yan, yasakirina normên moral û êtîkê, li gor civakeke tendurust, em dikarin di komara xwe da yasa yên me pashve dikishînin bi cîh bihêlin û avadaneke ser wan modêlên pakîê nivshên xwe ra bibine mînakeke domandina avadanîê? Chendîn em bi saî ya modêlên bingehên jîyana tendurust, derfetdana perwerdê, ku lokomotîva hemî serkeftina ye, rê nadine kirên nê hêjayî dubarekirina komarên pashvemayî? Gelo, em chi qîmetê didine wê hebûna felsefê ya zêdeyî sê hezar salan mirovahî ra ked û encamên shêwirmendî dide? Û chendîn em Kurd, ji wan perwerde yan, ku mirovahîê ji zûda xwe ra kirîyê mal û milk, sûdê jê werdigirin?
Em bêjin; bashe, ew modêlana, Rewshenbîran û Têorêtîkêrên jîyana komarî yan ne afirandine, me ewqas got azadî, ku ji mînaka Bashûrê welat dîyarbû, azadî chawa bi kar tê. Praktîka xwe ya sîh salî da, bê têorî ya komarbûnê chendîn astengîyan dibînin. Mînaka herî berbicheve, ku ew war di gendelî û shahîyan da ji dest diche. A ev jî mînaka bê têorîbûnê. Bê damezirandina yasazagonîyan, yên civakên tendurust ra kêr tên. Delîlê nebûna shêwirmendên ramanvan, zane û pisporên astbilind di desthilatê da, li ku jî parlamênta saxlem xebata xwe li gor yasadanên standartên qenc hewl nade li gor standartên komarên heyî, kêm-zêde xwe di rê ya avadankirina îndûstrî, êkonomî, kûltûrî xwe wek partnêrekî laîqî bawerî û shirîkantî be. Qey ev yeka ne delîle, ku yan vîzîonêr fîlosofên komarî me nînin, yanê jî ew nêzîkî desthilatdarîê nakin. Ez bi xwe zêde di wê bawerîê da me, ku belê ew potênsîala hêjayan, potênsîala jîran û zanan me têra xwe jî heye, her ew kesana yan xwe dûrî desthilatdaran digirin, yan jî desthilatdar nahêlin ew xwe nêzîkî desthilat bikin.
Mînaka kujtina Sokratês, yek. Mînaka kujtina Sênêca, du. Mînaka Voltaire, yan Jean Jack Rousseu. Desthilatdar „dûêta“ (hevgirtina) Oldar da bi hezaran salan ji her du alîyan ev cîhana bi rêva birine. Cîhan jî chendîn „Rêkûpêke“ va bi Trump, Pûtîn û Autokratên din va dîyare. Zordarî bûye merîfeta rastî yê. Zordaran bi hezaran salan bi xwe peykerên xwe danîne. Qîmeta zordaran ji ramanvanan zêdetire. Lê belê, nenihêrî vê rastîê, cîhana felsefa êksîstênsîalîzmê da rê ya tu ramanvanî ne hatîye girtin, rê ya rast ya dij felsefa zordaran, keda xwe bide û rê ya rast bide.
…A ji nû va, em ji vir ha da, heger me ew ramanvanên daxwazkirî, yên di gerê da ne, tunebin jî, berê xwe bidine wan hebûnêd heyî, yên bûne milk û malên netewên cîhan û ji wan hewl bidin sûdê wergirin. Û jixwe, em dikarin wek berê, xwe li dogmatîzmên ola dagirker bigirin û her hebûnêd cîhana oksîdênt (Rojava) îgnor bikin, yanê ew kêmqîmet û ji wê zêdetir; nepejirandina destkeftên wan europîyan bikin, ku di warê felsefê da jî ewan „gawiran“ gelek pêshkeftin bi destxist bêqîmet û kêrnehatî bibînin. Her usa jî, di ola îslamê da hemû shirove yan, wek felsefeyeke astbilind bibînin. Ev jî hilbijartineke gelê kêmxwende û kêmramanvane.
„Usane, heger ne usa bû ya“. Heger zirar tê da tune bû ya. Û eva yeka ne usa ye. Chima? Heger me krîza ramanvanî ne bûya, jixwe ew yeka usa dibû. Yanê heger me Kurdan, krîza felsefê ne bûya, gelo em digihîshtin kîjan serkeftinan? Gelo ev Krîza chî ye? Dubare dibim; Krîzîs, yanê krîz, kêmbûn yan nebûne. Gelo Vîzîonêrî chîye? Ew jî Dûrbînîn yanê Pêshbînîne, ku analîz (nirxandin) û ramanvanî va girêdaî ye. Gelo kê dikare ew Vîzîonêr be? Ramanvan yan Fîlosof. Her usa. Îja werin, em bi hev ra dîtina xwe bidinê, nebûna vîzîonêran û fîlosofan chendîn zirardar in: Dema me ya têknologî yên ewqasî pêshketî da, belkî dema bidawîhatina Tsîvîlîzasyona mirovahîê, em Kurd, wek neteweyekî margînalîzekirî, ji nûva pêvajo ya xwe, ya komarbûnê da rastî pirsgirêkên ne hêsan tên. Wekî em xwe di vê kovara me ya pîroz da, behsa van her du krîzan, anku nebûn yan kêmbûna hebûnên wek vîzîonêrî û vîzîonêran û belkî pêsh wê babetê jî babeta krîza fîlosofî û fîlosofan bikin, gelekî di cîhê xwe da dibe û her gelekî derenge jî, lê her jî ne derenge, em berê xwe bidine analîzeke nebûna komarbûna me.
Ez, wekî kurê wan dê û bavan, yên dervaî welatê xwe yê dîrokî, bi necharî di komara Gurcistana Sovyêta Berê da hatime zaîn, wekî wergirê ewê kûltûr û perwerda wî desthilatî, qenc dizanim perwerde chendîn girînge. Min ew perwerde wergirtîye û lewma îznê didime xwe vê babeta giranbuha ra, nirxandina xwe ya obyêktîv bidim. Û gava ez derheqa perwerdê da diaxivim, wek jîyandar û wergirê perwerda astbilind, îznê didime xwe her usa jî ser babetên herî girîng, yên Hebûn û Nebûnêd netewa me ya ewqasî têkchûî ra bibime shîretdarê qencîxwaz. Ez wê li gelê xwe vegerîyam û dikim bi vî awaî banga xwe bigihînime xweshî û ronahîxwazên neteweperwer ra û ne shêx û melan ra. Li gor raman û bînîna min, ku ne veshartî Qîmetdarê Dîdaktîka Rojavaî me, dibêjim; Divê li vir bê gotin, ji destpêkê da; chi hebûna pêdivîne ku rewshenbîr laîqî navên rewshenbîran be:
Sûcê Nebûna Komara Kurdî – Ne di Nehevgirtina Kurdan da ye, lê belê di –
Nebûna Perwerda Astbilind, ya Rojavaî da ye!
- Dr. Casoê Wezîr Serhedî
- 06.04.2025