
Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, hevdijiya (tezat, nakokî) di navbera qanûnan de ye. Têgîneke palpiştiyê ye. 1- Di mantiqa modern de, encama ku ji hêla mantiqê ve ne pêkan e. 2- Di felsefeya Immanuel Kant de, nakokiya ku di navbera du hêmanan de ye. Kant, vê nakokiyê di berhema xwe ya bi navê ‘kritik der reinen vernunft’ (rexneya aqlê xwerû) de, di beşa ‘transendental diyalektik’ê de, pêşkêş kiriye. Li gor vê yekê di têkiliya çar hêmanên (prensîpên) ku mîna çar tezên metafîzîka rasyonel têne hesibandin de, her yek bi serê xwe yan yeko yeko rast xwiya dikin. Lêbelê herdu bi hev re, rast dernakevin û di navbera wan de, nakokiyek xwiya dike.
Li gor nêrîna Kant, meriv dikare ji bo wan çar antînomiyan hem tez û hem jî antîtezên qewî, peyda bike.
- 1- Di nav demê de, destpêkekê gerdûnê heye û gerdûn, ji hêla mekanê ve, sînordar e. Di nav demê de, destpêkekê gerdûnê tune û gerdûn, ji hêla mekanê ve bêsînor e.
- 2- Hemû tişt, ji pêkhateyên basît pêk tên. Tu tişt, ji pêkhateyên basîd pêk nayên.
- 3- Sebebê her tiştî heye. Sebebê, her tiştî tune.
- 4- Heyîneke bêgav (bivênevê) a ku gerdûnê rave dike, heye. Heyîneke, bêgav (bivênevê) tune. Li gor nêrîna Kant, tezên pêşîn encamên daxwaza aqilê mirovî ne ku aqil dixwaze ji bo hemû tiştên bişert, sebebekî bingehîn (sebebekî pêşîn) peyda bike. Antîtezên di rêza duyem de jî, encamên daxwaza aqlê mirovî ne ku aqil dixwaze her rewşê, mîna rewşekê ku ji aliyê hinek tiştên din ve hatine demîngirtin bihesibîne. Kant dibêje em dikarin wiha bifikirin ku di nav wan antînomîyan de, ji du hêmanên nakok yek aîdê cîhana fenoma ye û a din jî, aîde cîhana numena ye û bi vî hawî, em dikarin nakokiyan ji holê rakin.
tr: antinomi / fr: antinomie / os: tesâvii nakîzeyn / al: antinomie
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘